Serokwezîrê Avusturya: Bila Ewropa li siyasetmedarên Tirk bê qedexekirin 2017-03-05 13:58:21 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwezîrê Avusturya Christian Kern, helwesta hikûmeta Tirkiye rexne kir û xwest tevahiya Ewropa li Siyastmedarên Tirk" qedexe kir. Kern xwest muzakereyên bi Tirkiye re bi tevahî bi dawî bikin. Serokwezîrê Avusturya Christian Kern, polîtîka Tirkiye rexne kir û xwest tevahiya Ewropa li siyasetmedarên tirk bên qedexekirin. Kern, ji rojnameya Welt am Sonntagê re axivî. Kern, di roportaja di rojnameyê de xwest hemû mîtîngên siyasetmedarên tirk ên li welatên ewropa bên qedexekirin û betalkirin. Kern, bang li YE'ê kir xwest helwesta xwe ya li hemberî Tirkiye diyar bike. Kern, bal kişand ser tundiya Tirkiye ya li dijî Almanya û wiha got: "Ji bo welatên ewropa yek bi yek wekî Almanya rastî zextên Tirkiye neyên divê bi giştî helwestek bê nîşandan. Pergala Serokdewletiyê ku bi guhertina qanûna bingehîn bê, dê li Tirkiye dewleta hiqûqê pir lawaz bike. Ev yek li dijî nirxên YE'ê ne. BILA DENÎZ YUCEL BI LEZGÎN BERDIN Serokwezîrê Avusturya Kern, anî ziman ku nirxên mafên mirovan, demokrasiyê û pîvanên YE li Tirkiye ketine bin piyan û wiha got: "Azadiya çapemeniyê li Tirkiye têgehek biyanî ye. Nûçegîhanê Rojnameya Welt Deniz Yucel divê bi lezgîn bê berdan. Em li benda Enqereyê ne ku pîvanên dewleta hiqûqê pêk bîne." Bi salan e Tirkiye ji pîvanên dewleta hiqûqê dûr dikeve. Bi vî rengî muzakere bi vê dewletê re nayên meşandin. Ji ber vê yekê em dixwazin hemû muzakereyên bi Tirkiyeyê re bên betalkirin û bi dawî kirin.