Pakîstan dê 20 hezar leşker bişîne Qatarê 2017-06-10 10:02:29 NAVENDA NÛÇEYAN - Pakîstanê biryar da ku 20 hezar leşkerî bişîne Qetarê. Piştî li Qatarê krîz derket Tirkiyeyê biryar da 5 hezar leşker bişîne Qetarê. Piştî Tirkiyeyê biryar da niha hikûmeta Pakîstanê jî ji bo 20 leşker bişîne Qetarê pêşnumayek amdekir û şandin parlamentoyê. Hikûmeta Pakîstanê jî mîna Tirkiyeyê dê leşkeran bişîne Qatarê. Erebîstana Siûdî, Misir, Îmarata Erebî, Bahreyn û hinek welatên din ku di nav de bûn dewleta Qetarê bi piştgirîdana terorîzmê tohmetbar kiribûn û hinek mueyideyên siyasî û ekonomîk pesend kiribûn. Ji ber vê yekê tansiyon zêde bûbûn.