Li Çînê teqînek dijwar 2017-06-15 15:23:11 NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Bengxîanê teqînek dijwar pêk hat û tê gotin ku gelek mirî hene. Li rojhilatê Çînê di dibistaneke li bajarê Bengxîanê de teqînek mezin pêk hat. Li gorî agahiyên ku çapemeniya herêmî belavkirine, gelek zarok û kes li erdê dirêjkirî ne. Rayedaran der barê mirî û birîndaran de hêj tu agahî neda ye, hat gotin ku teqîn ji ber tûpê di xaringehê de pêk hatiye.