Bermayiyên madenê li çem giyanewer nehişt!

SÊRT- Li Şîrwanê ji ber bermayên kîmyewî yên madena sifrê ya aydî Koma Cinerê diherikin çemê Qelyê Nêribê, texrîbata xwezayî xwe dide der, li çem giyanewer nema.

Ocaxa madenê ya girêdayî Koma Cinerê ku di 17'ê Mijdarê de hêlan pêk hatibû 16 karkerî jiyana xwe ji dest dabûn, di demên dawî de heman kom bi derxistina ji kar a karkeran jî di rojevê de ye û her hewa diyar bû ku ji ber ocaxa madenê ya Koma Cinerê hemû giyanewerên xwezayê xesarê dibînin. Bermayiyên kîmyewî yên ocaxa madenê ya li gundê Madenê yê navçeya Şîrwanê ye, ji ber diherikin Çemê Qelyê Nêribê gelek giyanewrên avî ji ber qirêjbûna çem dimirin. Bermayiyên kîmyewî bi boriyan diherikin çem. Gundiyan îdia kir ku bermayiyên kîmyewî li çem tên rijandin. Gundiyan diyar kir ku, ji ber bermayiyên kîmyewî li çem giyanewer nemane. Hat dîtin ku, çem şolî bûye û varîlên zingartî tê de ne.

DAR ZIWA BÛN

Ji ber van bermayiyên kîmyewî gundî nikarin heywanên xwe av bidin û her wiha darên gûz û biyan ên li dor çem jî hişk bûne.

‘TESÎSÊN DAWERIVANDINÊ TUNE NE'

Gundiyan diyar kir ku, ji bo xesar negihîje giyaneweran, xweza û hawirdorê divê fîrma tevdîran werbigire û ji ber kargeh hema bêje di nav gund de ye bi gilî û gazinc in. Gundiyan diyar kir ku, divê di nav tevdîran de tesîsên dawerivandinê hebin û got, heta niha ji aliyê fîrmayê ve tu tesîsên dawerivandinê nehatine çêkirin. Niştecihên gundê Madenê herî zê de jî ji bêhna genî ya ji ber bermayiyên kîmyewî belav dibe bi gilî û gazinc in.