KOCAELÎ- Komeleya Jiyanê ya Ekolojîk a Kocaelî û Komeleya Genim hevpar Bazara Organik ava kirin. Li Bazara Organîk ku li navçeya Îzmitê ya Kocaeliyê hat avakirin, berhemên organîk ên ji gelek bajarên Tirkiye li vir kom dibin tên firotin.
Di pêşengiya Komeleya Jiyanê ya Ekolojîk a Kocaelî (KEYAD) û Komeleya Genim de li Navçeya Îzmitê ya Kocaeliyê Bazara Organik hat avakirin. 41 AVM bi hevkariya hev her rojên Şemiyê li navçeyê Îzmîtê Bazara Organik ava dikin û berhemên ku ji gelek bajarên Tirkiye tinin li vir diriroşin.
Esnafê bi navê Nurettin Kayapinar ku sêfên organîk ji Afyonê tîne li vir difiroşe, diyar kir ku bi avakirina bazarek wisa pir kêfxeş e. Kayapinar, anî ziman ku ew sêvên xwezayî yên li çiyê çandine kom dikin û li vê bazarê difiroşin. Kayapinar, da zanîn ku ev sêv xwezayî ne û du maddeyên kîmyewî di nav de tune ye. Esnafê ku nanê ji hevirtirşê genim çêdike Latif Yildirim jî anî ziman ku bi rêbaza xwezayî û kevneşopiya berê hevîr heyvan dike û bi hevîrtirş nan çêdike.