Ji Meclîsê piştevaniya 'Nobeta Wijdanê' ya Amedê kirin 2017-07-26 22:48:53 ENQERE - Parlementerên HDP'î yên li Meclîsê jî çalakiya dengderxistinê ya ji bo piştevaniya "Nobeta Wijdan û Edaletê" ya li Amedê hat destpêkirin li dar xistin. Parlementerên HDP'î yên li Meclîsê jî çalakiya dengderxistinê ya ji bo piştevaniya "Nobeta Wijdan û Edaletê" ya li Amedê hat destpêkirin li dar xistin. HDP'iyên ku di dema navbera hevdîtinên guherandina rêziknameya hundurîn ku li Desteya Giştî tên dîtin de, li baxçeyê Meclîsê li maseyan dan û deng derxistin. Parlemnterên HDP'î dîmenên çalakiyên xwe li ser civaka medyayî parve kirin.