Kiliçdaroglu: Gelo tu dibêjî ez ji DAÎŞ’ê berpirsyarim? 2017-03-24 12:24:03 ENQERE - Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu, bertek nîşanî gotinên Serokomar Erdogan ên ji bo Ewropayê dan û wiha got: “Ma ez ji El Qaîdeyê berpirsyarim, ji DAÎŞ’ê ez berpirsyarim tu dixwazî vê bêjî? Kesê nekare zimanê xwe nikare dewletê jî birêve bibe.” Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu, li Enqereyê xîtabî keya û nûnerên komeleyên xizman kir. Kiliçdaroglu, rexneyên xwe yên derbarê rayeyên ku dê bi referandumê re bidin serokomar berdewam kir û wiha got: “Bi biryarnameyekê dibe ku hemû keya bidawî bibin. Gotinên min berovajî dikin. Min tu caran ne got bila şaredarî bên girtin. Lê dibe ku keyatî rabe. Dê dad dadgerê ku partiya siyasî hilbijartiye bicih bÎne yan dê dadgerekî bêalî pêk bîne. Ez dibêjim divê em hemû bihizirin. Dikare hemû biryarnameyên ku bingeh û pêkanînên dewletê biguhere derxîne. Komara Tirkiyeyê ev qas bi erzan nîne.” ‘ÎSTÎKRARÊ NAYÎNE’ Kiliçdaroglu, da zanîn ku guhertinên qanûna bingehîn pirsgirêkan çareser nake û wiha pêde çû: “Dê pirsgirêka terorê çareser bike. Na. Dê îstîkrara aboriyê bîne. Na. Dê tene rejîmê bîne. Li şûna demokrasiyê dê rejîma otorîter bîne. Ger di serê me hemûyan de fikar hene wê demê pirsgirêk li holê ye. Dîsa pirs hat. Gelo hemû veberhênanên qeyûman ji bo stenbolê tê kirin. Bi guhertinên qanûna bingehîn re rejîmek otorîter hatiye avakirin. Em ji cîhan medenî diveqetin. Tirkiye bi tenê dimîne.” BERTEKÊN LI DIJÎ GOTINÊN ERDOGAN Kiliçdaroglu, gotinên serokomar Erdogan ên ji bo Ewropayê yên “ger hûn wiha berdewam bikin dê tu ewropî nikarin bi rihetî bigerin” xist rojeva xwe, bertek nîşanî gotinan da û wiha domand: “Ma ez ji El Qaîdeyê berpirsyarim, ji DAÎŞ’ê ez berpirsyarim tu dixwazî vê bêjî? Wekî min kesên deng didin AKP’ê jî nerihetin. Kesê nekare zimanê xwe nikare dewletê jî birêve bibe. Gotina kesê Tirkiyeyê birêve dibe divê li cîhanê giraniya wê hebe. Bêyî tiştek hebe me bi Rûsyayê re şer kir piştre me deste wan maç kir. Ev zora min diçe. Erdogan ji bo dengê ‘Erê’ bi Hollandayê re rageşî derxist.” Kiliçdaroglu derbarê ewlehiya sindoqan de jî wiha axivî: “Yekemîn lingê xebata me teşvîkirina gel a ser sindoqane. Em ê cîran îkna bikin. Em ê xal û xwarziyê xwe bi çoşa cejnê bibin ser sindoqan. Divê neçûna ser sindoqan û şikayet ne be çanda me. Em ê xwedî li sindoqan derkevin.”