Gokkan: Êrîşa PDK-Tirkiyeyê fermanek nû ye 2017-03-25 09:43:12 AMED - Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan êrîşî li dijî Şengalê nirxand û diyar kir ku ev êrîş fermanek nû ye. Gokkan anî ziman ku rêbazên şîdetê yên bi zîhniyeta zilam a 5 hezar sale berdewam dike li ser jinên Êzîdî hatin pêkanîn. Aktîvîsta Tevgera Jinen Azad (TJA) û endama Platforma ji bo Jinên bi Zorê tên Ragirtin Têkoşîn Ayşe Gokkan, bal kişand ser tiştên gelê Êzidî jiyane û diyar kir ku êrîşa PDK-Tirkiyeyê ya li dijî Şengalê fermanek nû ye. ‘NY BIRYARÊN GIRTINE PÊKNAYÎNE’ Gokkan, da zanîn ku gelê Êzidî di sedsala 21’an de fermana 74’an jiyane û wiha got: “Êrîşên li ser Şengalê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve wekî qetlîam hat nasîn xistin bin biryarê, lê ji ber rêbaza ku Êzidiyan bi parêze pêknayîne pirsgirêk mezin dibe. DAÎŞ teqîna zîhniyeta zilam a 5 hezar salane û rêbazên şîdetê li dijî jinên Êzidî pêk tînin. Mînak jinên Êzidî li bazaran hatin firotin, rastî îşkence û tecawîzan hatin. Êzidiyên ku piştî êrîşê hatin Tirkiyeyê jî tiştek cuda ne jiyane. Êzidiyên ku li kampa şaredariyê da dijiyan ji tayînkirina qeyûm re rastê êrîşan hatin.” ‘ÊZIDÎ LI KAMPÊN AFAD’Ê MEHKÛMÎ FERMANÊ DIKIN’ Gokkan, anî ziman ku ew derxistina Êzidiyan a ji Amedê wekî fermana 75’emîn dibinin û tiştên gelê Êzidî li kampa AFAD’ê dijî wiha vegot: “Gel di nava fermanê de ferman jiyankirin. Dema birin kampa AFAD’ê xapandin. Dema qeyûm cara destpêkê çû wir got ‘em ê tiştekê bi we nekin. We ji vir naderxînin.’ Li kampa AFAD’ê danîne cihê ku roj nabîne. Ji ber ku ew sibê îbadeta xwe bi rojê dikin. Pêwîstiyên wan nayên pêşwazîkirin. Bi awayekî polîtîk dixwazin din ava fermanê de mehkûmî fermanê bikin. Êzidiyên li başûr jî bi heman pirsgirêkan re rû bi rû ne. Nikarin zextên PDK’ê yên li ser wan bêjin. Dema dibêjin ji kampan tên derxistin. Ditirsin ku rastî fermanek xiraptir bên. Li Şengalê bi pêşengiya jinan parastina cewherî jiyanek nû afirandiye. Êrîşa PDK’ê ya li ser gel nayê qebûlkirin. Divê PDK ji ber gelê Êzidî di êrîşa DAÎŞ’ê de ni fermanê re rû bi rû hiştiye lêborînê bixwaze û divê yekser ji wir derbikeve.” ‘ÊRÎŞA PDP-TIRKIYEYÊ FERMANEK NÛ YE’ Gokkan da zanîn ku piştî êrîşa DAÎŞ’ê êrîşa PDK’ê zilma li dijî mirovahiyê ye û wiha domand: “ Di dîrokê de tiştek wiha tune ye. Tu li dijî kesên ku jinên êzidî li bazaran difiroşin şer nakî piştre di bin navê parastinê de tu dê êrîş bikî. Êrîşa PDK’ê ya di 3’yê Adarê de fermanek nû ye. Bi taybet ji ber hevpeymana PKD-Tirkiyeyê ji bo kurdan êşek cudatire.” ‘DESTPÊKÊ JINÊN ÊZIDÎ HIŞYAR DIBIN PIŞTRE ROJ’ Gokkan, destnîşan kir ku gotina jinên Êzidî ya ‘Destpêkê jinên Êzidî hişyar dibin piştre roj’ nîşan dide ku dê bi berxwedana serbikevin û wiha got: “Gotine berê ya jiyanê ye. Bi vê gotinê xwe birêxistin dikin û marolê didin hemû jinan. Jinên Êzidî li dijî êrîşa PDK’ê li ber xwe dan û êrîş vala derxistin bi wan gav paşde da avêtin.” JI DOZÊ RE BIRAYARA NEŞOPANDINÊ HAT DAYÎN Gokkan, bal kişand ser polîtîkaya Tirkiyeyê ya li dijî jinên êzidî û wiha pêde çû: “Fatureya jinên Êzidî yên li Dîlokê bi çendê hatine firotin heye. ligel ku me bi vê fatureyê serî li dadgehê da jî biryara neşopandinê hat dayîn. Ev nîşan dide ku feraseta Tirkiyeyê jî hemane. Em dixwazin bibin dadgeha navneteweyî. Niha hemû jin ji bo vê di nava tevgerê de ne. Em dixwazin li qadan navneteweyî berpirsyar û bersûc bên darizandin. Kş çh 3’yê Tebaxê êrîşa li ser Şengalê bibe Roja Qirkirina Cîhan têkoşîn didome. Platforme me gelek caran rastî êrîşê hat, hemû daxuyaniyên me ji bo parastina cewherî ya jinên êzidî daye wekî sûc hatin dîtin û doz hatin vekirin. Ligel van hemûyan jî dê têkoşîna me bidome.” Gokkan qetilkirina rojnameger Nujiyan Erhan a ku ji bo pêkanînên PDK’ê yên li Şengalê ragihîne li wir bû şermezar kir û bi gotina “Ew êrîşa hat pêkanîn dê ji aliyê tu kurdî ve neye efûkirin. Divê kurd bibin yek” axaftina xwe bi dawî kir.