Pir: Em bêsebr li benda 16'ê Nîsanê ne 2017-03-28 09:27:27 AMED - Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Ziya Pir der barê xebatên referandumê de diyar kir ku ji bo hesabpirsîna polîtîkayên înfaz û rûxandinê, gelê herêmê bêsebr û tebat li benda 16'ê Nîsanê ye. Xebatên "Na"yê yên ji aliyê KCD, TJA, HDK, HDP û DBP'ê ve tên meşandin, piştî pîrozbahiyên Newrozê bi lez û bez didomin. Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Ziya Pir xebatên referandûmê, pêkanînên li herêmî û tewra gel a dê di 16'ê Nîsanê de xwe bide der nirxandin. ‘EM Ê LI HER DERÎ 'NA'YÊ VEBÊJIN' Pir, anî ziman ku Newroz bi coşeke mezin derbas bûye û ev di heman demê de mizgîndariya ku "Na"ya referandûmê ye û got, xwedîderketina gel û daketina wan a qadê motîvasyonê zêde kiriye û ew ê xebatên xwe yên referandûmê lez û beztir bi rê ve bibin. Pir, diyar kir ku bi daxuyandina bernameya referandûmê ew ê heta roja referandûmê li qadan bênavber xebatên xwe bi rê ve bibin û got, ew ê li 15 bajaran mîtîngên mezin li dar bixin û li gel van mîtîngan jî tax bi tax xebatan bi rê ve bibin. Pir, diyar kir ku ji bilî mîtîngan dê her bajar bernameya xwe diyar bike û xebatên xwe bi rê ve bibe. Pir, ragihand ku ew ê li hemû tax û navçeyên Amedê bi ruhê 7'ê Hezîranê civînên gel çêbikin. Pir wiha axivî: "Em ê heta roja referandûmê 'Na'yê vebêjin. Li Kurdistanê gelê me baş dizane ku dê dengekî çawa bide. Û bê sebr li benda wê roja hesabpirsînê ye." ‘DÊ AMEDÊ BI LAQIRDIYA 1'Ê NÎSANÊ WAN BIŞÎNE' Pir, anî ziman ku ruyê AK Partiyê nemaye ku li herêmê xebatan bi rê ve bibe û bi bîr xist ku, bi pankarta ku çend roj berê li Amedê daliqandin her tişt derket holê û rastî bertekên mezin hatin. Pir, dest nîşan kir ku daliqandina pankarta "Her 'Erê'yek ji bo Şêx Seîd fatîheyek e" "bêexlaqîtî" ye û wiha axivî: "Serokomar Erdogan û Serokwezîr Binali Yildirim dê di 1'ê Nîsanê de bên Amedê. Ji xwe tu wateyeke hatina wan tune ye. Lê dê gelê Amedê wan bi laqirdiya 1'ê Nîsanê ji vir bişîne." ‘BILA TU KES JI BO XAPANDINA KURDAN HEWL TEVNEGERE' Pir, bi gotina "Bila tu kes ji bo xapandina kurdan tevnegere" Serokomar Erdogan û AK Partiyê hişyar kir û got, gelê kurd berbayî polîtîkayên erzan anbe. Pir wiha domand: "Li Kurdistanê Sûr, Cizîr, Nisêbînê rûxandin. Dê niha bi kîjan ruyî werin vir. Dê kurdên li herêmê di 16 Nîsanê de bersivê bidin wan. Her çi qas şert û mercên xebatê yên 7'ê Hezîranê tune bin jî, dê gel li gel mercên OHAL'ê jî biçe ser sindoqan. Di 7'ê Hezîranê de çawa serkeftineke mezin derket, dê di 16'ê Nîsanê de jî ji sindoqan 'Na' derkeve. Em bawer dikin." ‘DÊ DI 16'Ê NÎSANÊ DE HESABÊ KEMAL JÎ BÊ PIRSÎN' Pir, anî ziman ku ji ber polîtîkayên şaş gel zêde hêrs bûye û got, dê hesabê Cizîr, Sûr, Geve, Dayika Taybet û Mîrayê biçûk bê pirsîn. Pir wiha domand: "Kurdan ew pêkanîn ji bîr nekirin. Herî dawî jî dê hesabê Kemal Kurkut ê di Newrozê de hat qetilkirin jî bipirsin. Em ê hesabê Kemal biprisin. Ev pêkanîn nayên jibîrkirin. Ji ber vê gelê me hay ji her tiştî heye. Lê em ê li gel her tiştî jî biçin cem gelê xwe. Em ê hemû ji bo 'Na'yê bixebitin. Tenê em ji bo xwestina dengan naçin. Ji bo em li cem gelê xwe bin em diçin."