Guven: Di 2009'an de 'FETO'yiyan kir, niha jî Erdoganî dikin 2017-03-28 20:50:35 AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven birayara ku der barê 'Doza Sereke ya KCK'ê' de hat dayîn nirxand. Guven, diyar kir ku bi vî awayî dixwazin kurdan ji siyaseta demokratîk dûr bixin û wiha got: "Di 2009'an de 'FETO'yiyan kir, niha jî Erdoganî dikin. Em li trêna azadiyê siwar bûne û heta em demokrasiyê ava bikin em ê bitêkoşin." Îro li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, der barê 'Doza Sereke ya KCK'ê' ya ku 8 sal e didome û 164 siyasetmedar lê tên darizandin, biryar hat dayîn. Di biryarê de li 111 kesan ceza hat birîn û 43 kes jî beraet kirin. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven der barê vê biryarê de axivî. Guven, diyar kir ku ev pêvajoya darizandinê ji bo kurdan ne pêvajoyeke nû ye û wiha got: "Di dîrokê de her tim kurd hatin înakrkirin û her tim xwestin wan dîzayn bikin. Di doza 1949'an de jî kurdên li pêş hatin komkirin û bi riya dadgehan hatin darizandin. Lê dîrokê nîşan da ku ev tu encam nedan der." ‘PÊVAJOYA DARIZANDINÊ WEK ŞANOYEKÊ BÛ' Guven, deskeftiyên 10 salên dawî yên siyaseta kurd bi bîr xistin û wiha domand: "Dîsa berî dan siyaseta kurd. Di Dara 2009'an de hilbijartina herêmî hat kirin û di Nîsanê de berê xwe dan siyasetmedarên kurd. Pêl bi pêl em komkirin û xistin girtîgehan. Pêvajoya darizandinê bi salan domand û wek şanoyekê bû." Guven, diyar kir ku dadwer, dozger û polîsên ku doza "KCK'ê" bi rê ve dibirin ji 'FETO'yê hatine girtin û wiha pirsî: "Hemû dadwer û dozgerên ku doza KCK'ê bi rê ve didibirin hatin îxrackirin. AKP jî got wê ev nekiriye, FETO'yiyan kiriye. Madem wisa ye divê ev doz bihatan betalkirin. Madem dadwer, dozger û polîs FETO'yî ne, ji bo çi biryareke wisa hat dayîn?" ‘EM LI TRÊNA AZADIYÊ SIWAR BÛN' Guven, anî ziman ku ew ji ber doza “KCK”ê bi saln girtî mane, piştî hatine tahliyekirin wan siyaseta demokratîk domandiye û wiha axivî: "Dema Hatip Dicle parlementerê DEP'ê bû ew girtin. Piştî derket dîsa siyaseta demokratîk domand. Em siyasetmedarên gelekî ku êşê dikşîne. Yên ji hesin bitirsin li trênê siwar nabin. Em li trêna azadiyê siwar bûne û heta em demokrasiyê ava bikin em ê tim bitêkoşin. Em bi rayeya ku gelê kurd daye me siyasetê bi rê ve dibin." ‘DI 2009'AN DE FETO'YÎ KIRIN, NIHA JÎ ERDOGANÎ DIKIN' Guven, anî ziman ku dîrok tekerur dike û wiha got: "Di sala 2009'an de FETO'yiyan kir, niha jî Erdoganî dikin. Di bin feraseta Komara Tirkiyeyê de înkarkirina gelê kurd heye. Dixwazin kurdan ji siyaseta demokratîk dûr bixin. Em van cezayên hatine dayîn huqûqî nabînin. Heke berê me yek dikin em ê niha qat bi qat ji bo hêviya azadiyê ya gelê xwe tevbigerin."