Uca: Tirkiye dixwaze qetliama DAIŞ'ê nîvco hiştiye temam bike 2017-04-27 09:25:42 AMED - Parlementera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca, êrîşên balafirên TSK'ê yên Şengal û Rojavayê bombe kirin şermezar kir û anî ziman ku, qetlîama DAIŞ'ê nivco hiştiye Tirkiye dixwaze temam bike. Parlementera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca, li dijî êrîşên hewayî yên artêşa tirk ên li hemberî Qereçoxa bajarê Dêrika Rojavayê û Şengalê bertek nîşan da. Uca, dest nîşan kir ku ev êrîş li gelê êzidî yên Şengalê hatiye kirin û got, bi vê êrîşê re Tirkiye dixwaze wê qetliama ku DAIŞ'ê nîvco hiştibû temam bike. Uca, anî ziman ku demeke dirêj e ku fikra Serokomar Erdogan û rayedarên AK Partiyî ya ji bo êrîşeke li dijî Şengal û Rojavayê hebûye û got, di 25'ê Nîsanê de bêyî hincet êrîş kirine. Uca, anî ziman ku bi vê êrîşê re Tirkiye nêrîna xwe ya ji bo gelê kurd aşkere kiriye. Uca, derpêş kir ku hayê DYA, Rûsy û Herêma Kurdistana Federal ji vê êrîşê hebûye û wiha got: "Di êrîşa li hemberî Şengalê de hedef êzidî bûn. Komkujiya ku DAIŞ'ê di 3'yê Tebaxa 2014'an de biencam nekiribû, niha Tirkiye dixwaze wê temam bike. Qadên sivîlan hedef girtin. Divê baş bê zanîn ev êrîş li hemberî gelê êzidî yên liw ir hatiye kirin." ‘DÊ GELÊ ÊZIDÎ LI HEMBERÎ VAN ÊRÎŞAN SERÎ NETEWÎNE' Uca ya ku wek jineke êzidî van êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Şengal û Rojavayê qebûl nake û wan şermezar dike wiha got: "Divê Serokomar Erdogan û parlementerê CHP'î yên piştevaniya vê operasyonê dikin baş zanibin ku, 73 feramn li serê gelê êzidî hatin rakirin, lê tu carî jî serî netewandin. Dê îro jî li hemberî van êrîşan serî netewînin. Dê serî rakin." Uca, dest nîşan kir ku li Tirkiyeyê nediyariyeke mezin heye, hîn merûiyeta encamên referandûmê tên nîqaşkirin, lê ji bo şerê li herêmê ji rojevê derxînin vê operasyonê xistine rojevê û got, piştî operasyonê saziyên çapemeniyê yên li Tirkiyeyê wek tu pirsgirêk tune be operasyonên li dijî Şengal û Rojavayê nîqaş kirine. Uca, anî ziman ku ev nîqaş jî vê nêzîkatiya ku dixwazin şerê herêmê ji rojevê derxînin piştrast dike. ‘HEKE NE JI WAN 12 PKK'YIYAN BÛNA...' Uca, bi awayekî tund li dijî vegotinên Serokomar Erdogan û rayedarên AK Partiyî yên dibêjin "Em ê destûrê nedin Qendîla duyemîn" bertek nîşan da û wiha axivî: "Ji AK Partiyê, ji Serokomar Erdogan û CHP'ê dipirsim; Di 3'yê Tebaxa 2014'an de dema bi ehzaran êzidî ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin revandin, dema zarok hatin qetilkirin, dema jin li bazaran hatin firotin hûn li kuderê bûn? Îro dibêjin bila zarokên êzidî yên Şengalê diparêzin derkevin. Hûn kî ne ku van tiştan ji gelê êzidî re dibêjin. Hîn kî ne ku dibêjin 'Em ê destûrê nedin Qendîla duyemîn'. Heke ne ji wan 12 PKK'yiyan bûna, heke korîdor nehatana vekirin dê bi hezaran êzidî bihatanan qetilkirin. Axaftinên tên kirin hemû derew in. Ji şengaliyan biprisin ka kî we diparêze. Ji dêvla ku Tirkiye êrîşî Şengalê dike, bila bê pirsgirêka kurd çareser bike. Tirkiye bi salan nexwest gelê êzidî nas bike. Bila her kes siyaseta xwe bizanibe. Bila tu kes di ser Şengalê re siyasetê neke. Kesên ku dibêjin bila PKK ji Şengalê derkeve, pêşî bila li xwe binihêrin. Bila berê nedin Şengalê, bidin gundên di dest DAIŞ'ê de ne." Uca, dest nîşan kir ku PDK jî bi vegotina "Bila PKK ji wir derkeve" êrîşî Şengal û Rojavayê dike û got, ev nêzîkatî bi tu awyaî nayê qebûlkirin. Uca, da zanîn çend roj berê li Şengalê li dijî êrîşên PDK'ê berxwedaneke hêzdar xwe daye der û wiha domand: "Li dijî van êrîşan hemûyan, divê baş bê zanîn ka kî li ber xwe daye. Yên li dijî DAIŞ'ê şer kirin jî ev bûn. Paşê radibin dibêjin 'sedema êrîşên li Şengalê tên kirin PKK ye'. Ev xefletî ye. Li vir diprisim, bi salan e xaka Kurdistana Başur ji aliyê Tirkiyeyê ve tê bombebarankirin. Çend caran bertek nîşan dan? Îro ji diviya em bibûnan yek, lê di serdeme wisa de em radibin bi dijminê xwe re tifaqê çêdikin. Divê her kes ji van nîqaşan dûr bikeve û ji bo yekîtiya kurdan tevbigere. PKK jî rastiya gelê kurd e. PKK tevgera berxwedanê ye. Ji bo gelê kurd bi awayekî hêzdar têdikoşe. PKK tevî pêşmergeyan li Kobaniyê, li Şengalê li Kerkûkê di mewziyan de bû. Demekê Barzanî jî çû Mexmûrê û yekîneyên PKK'ê pîroz kirin. Îro radibe ji bo berjewendiyên Tirkiyeyê xizmetê dike, ev li hemberî gelê kurd nakokiyeke mezin e. Divê em bi kurdan re îxanetê nekin. Divê PDK baş biznaibe ku îro Tirkiye êrîşî Şengalê dike, dê sibê êrîşî Hewlêrê bike. Ji ber vê divê her kes baş hay ji van tiştan hebe." ‘BI VÊ ÊRÎŞÊ RE DIXWAZIN DAIŞ BÊHNÊ BISTÎNE' Uca, dest nîşan kir ku berê jî dema ku çeteyên DAIŞ'Ê ditengijîn, Tirkiye ji bo bêhnê bistînin diket nava hewldanan û wiha domand: "Li Kobanê û Minbicê jî ji bo DAIŞ bêhnê bistîne Tirkiye her tişt kir. Lê bila baş bizanibin ku wê bêhna ku didin DAIŞ'ê dê bi berxwedana gelê kurd bê qutkirin. Dê ev hewldan li valahiyê derkevin. Dê Tebqa jî û Reqa jî azad bibin. Dê tu carî dijminatiya Tirkiyeyê ya ji bo gelê kurd bi ser nekeve. Vîna ku gelê kurd derxistiye holê nîşaneya vê ye. Îro dikarin bi hemû derfetên xwe êrîş bikin, lê dê tu carî gelê kurd li hemberî van êrîşan bêçare nemîne. Û hêza wê heye ku li dijî vana raweste jî." ‘CAREKE DIN GIRÎNGIYA YEKÎTIYA GELÊ KURD DERKET HOLÊ' Uca, anî ziman ku êrîşa li hemberî Şengal û Rojavayê careke din nîşan da ku ka pêdivî çi qas bi yekîtiya gelê kurd heye û got, li dijî êrîşa hemû hêzan yekîtiya gelê kurd bivê nevê ye. Uca wiha domand: "Bi îxanetê kurd nikarin pirsgirêka xwe çareser bikin. Pêvajoya ku kurd bibin dijminên hev derbas bû. Em ê şaşiyên berê dubare nekin. Dê gelê kur dheman êşan nekşîne. Ji bo azadiya gelê kurd divê demildest yekîtiya gelê kurd çêbibe. Heke ev çêbibe, dê serketin rihetir bibe."