Li PE'yê konferansa Kurdên Feylî hat lidarxistin 2017-04-27 14:31:03 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Parlamentoya Ewropayê konferansa Kurdên Feylî hat lidarxistin. Di konferansê de hat xwestin ku Kurdên Feylî bê naskirin û wekîlên HDP'ê serbest bê berdan. Li Paytextê Belçika Brukselê Parlamentoya Ewropayê (PE), 2’emîn Konferansa Kurdên Feylî pêk anî. Gelek kesên ji welatên Ewropa û Kurdistana Başûr amade bûn. Di konferansê de pirsgirêkên kurdên Feylî hatin hiqaşkirin û di konferansê de hat xwestin ku kurdên feylî di qada Yekîtiya Ewropa û Saziyên navneteweyî de statuya wan bên naskirin. Di konferansê de Endama KNK'ê Zeynep Murad Sahrab axaftina vekirinê kir. Endamê PE'yê Josef Weidenholzer û Julie Ward, jî axaftin kirin. Axaftvanan xwstin Kurdên feylî li rojhilata navîn bên naskirin. ‘ÇANDA WAN HATIYE TUNEKIRIN' Ji zanîngeha Viyana Dr. Thomas Schmidinger, bal kişand ser dîroka Kurdên Feylî serpêhatiyên wan. Dr. Schmidinge anî ziman ku war û çanda kurdên Feylî bi tunebûnê re rû bi rû he. Jawad Hamed Al-Saedi bal kişand ser êrîşên dewleta Iraqê ya li dijî kurdên Feylî. Ji Parlamenterê Iraqê Dr. Rezan Dler Mustafa jî anî ziman ku kurdên Feylî rastî komkujiya sedam hatine. Di konferansê de hat xwestin ku statuya kurdên Faylî bên nasîn û Hevserok û parlamenterên HDP'ê serbest bên berdan.b