Ahmet Turk: Beriya ez bêm girtin di girtîgeh û balefirê de cihê min amade kiribûn 2016-12-02 14:12:03 STENBOL - Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk di peyema ku ji dîhaberê re şandiye de diyar kir ku girtina wî siyasiyê û wiha got: "Ji xwe diyar bû ku wisaye. Beriya ku biryara girtinê ya me bê dayîn biryara dê li kîjan girtîgehê bêm bicihkirin û dê min çawa bibin hatibû dayîn. Di balefirê de cihê me hatibû amadekirin." Piştî qeyûm tayînî cihê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk hat kirin û bi sucdariya "endamê rêxistinê ye" hat girtin, ji Girtîgeha Hêjmara 9 a Sîlîvriyê ji dîhaberê re peyamek taybet şand. Turk, anî ziman ku moralê wî başe û hemû barê wî Hevşardarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya girtiye ser xwe. Turk, diyar kir ku tu belgeyek ku girtina wan a berbiçav tune ye û wiha got: "Girtina me biryarek siyasî ye. Ji xwe diyar bû ku wisa ye. Beriya biryara girtina me bê dayîn dê em li kîjan girtîgena bimînin û dê me çawa bibin hatibû dayîn. Cih û cihê me yê di balefirê de hatibû amadekirin." Turk, bi bîrxist ku li Tirkiyeyê dewletek ku dixweze kurdan û civakê biçwisîne heye û wiha pêde çûn: "Bi vê mantiqê ne tenê gelê kurd hedef digirin, hemû kesên ku aştî û demokrasiyê dixwazin hedef digirin. Hemû kesê ku polîtîkaya dewletê na parêzin hedef digirin. Ev pêkanîn û helwest welat ber bi felekatê ve dibe. Dewlet bi polîtîkaya xwe kîn û nefretê diafirîne û kurdan dixe hedefa aliyên nijatperest. Ev ji bo pêşerojê bi talukeye. Tu sûdê vê polîtîkayê ji bo kesekê tune ye. Pêwîstiya Tirkiyeyê bi pêvajoyek rihetbûnê heye. Di demek wiha teng de behsa aştiyê kirin zehmete lê ji bo vê deme pêwîste. Divê destpêkê pêvajoya normabûnê hebe û pişt re divê em bingeha aştiyê ava bikin. Ji bo vê jî pêwîstî bi seknek siyasî a bihêz heye." 'AŞTÎ BI HEMÛ KESÊ DIDE QEZENC KIRIN' Turk, destnîşan kir ku têkoşîna wan têkoşîna mirovahî û rûmetê ye û wiha domand: "Ev têkoşînek rewa û mafdare. Em siyasetmedar ne tenê ji bo gelê kurd têdikoşîn, em ji bo hemû kesên ku aştî û demokrasiyê dixwazin têdikoşin. Em bi gelê Tirkiyeyê re birane, em ne dijminên wanin. Pêwîstiya hemû gelên herêmê bi hev heye. Ji ber wê polîtîkaya li ser aştî û demokrasiyê dê bi hemû kesî bide qezenc kirin û mezin kirin." 'HEWCEHIYA ME BI JIYANA BI HEV RE HEYE' Turk, bi lêv kir ku li ser hemû kesê zextên dewletê hene, di raya giştî de ew wekî kesê alîgirê aştiyê tê nasîn lê ligel vê jî hatiye girtin û wiha got: "Dewletê bi girtina min peyama 'ez dikarim kesê bi mantiq û aligirê aştiyê ye bigirim' da civakê. Rewş ne başe lê ji bilî aştî û diyalogê tu riyek din a me tune ye. Hewcehiya me bi jiyana bi hev re heye." JI KARKER Û MALBATÊ WAN RE SILAV Turk, herî dawî balkişand ser derxistina karkeran a ji şaredariyê, xemginiya xwe anî ziman û wiha axivî: "Ez silavên xwe ji hemû karker û malbatên wan re dişînim. Ez silavên xwe ji gel û dostên xwe re dişînim. Hêviya xwe neşikînin. Em dizanin ku têkoşîna pêşeroja azad bêyî bedel nabe. Têkoşînek me ya mafdar heye. Ev têkoşînek wijdanî û exlaqî ye. Ji ber wê em ê têkoşîna xwe bidomînin."