Wezîr Soylu bi dizî hat Amedê 2016-12-03 13:03:06 AMED - Wezîre Karên Hundir Suleyman Soylu, ji bo hinek hevdîtinan bi Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Yaşar Guler re bi dizî hatin Amedê. Wezîre Karên Hundir Suleyman Soylu, ji bo hinek hevdîtinan hat Amedê. Beriya hatina Soylu polîsan li gelek cihên bajar nokteyên ewlehiyê danîn. Ligel vê ziyareta bêdeng a wezîr Soylu Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Yaşar Guler jî heye. Soylu ku ji aliyê Walî Husyîn Aksoy ve li balefirgehê hat pêşwazîkirin, destpêkê çû navçeya Sûrê ku hêjî hilweşîna wê didome û li gelek taxan jî qedexe didome û li Xana Hasan Paşa xwarina serê sibê xwar. Piştre Soylu esnaf ziyaret kirin û derbarê bernameya heyeta fermî ya pêre daxuyaniyek neda. Tê payîn ku dê Soylu bike serdana Cumalî Atîlla yê ku wekî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin hatiye kirin. Beriya serdana Soylu ya li şaredariyê daxistina tabeleya kurdî û tirkî ya şaredariyê bal kişand.