Cezayê şermezarkirinê da Fikri Saglar ' 2017-05-26 13:16:58 ENQERE - Parlamenterê CHP'ê yê Mêrsînê Fîkrî Saglar ku sewqî dîsîplînê hatibû kirin rastî cezayê şermezarkirinê (Lomekirinê) hat. Meclisa CHP'ê bi daxwaza îxracê Parlamenterê CHP'ê yê Mêrsînê Fîkrî Saglar sewqî Lijneya Dîsîplîna Bilnd kirin. Rêveberiya Lijneya Dîsîplîna Bilind "Cezayê şermezarkirinê (Lomekirinê) " da Fikri Saglar. Ceza bi yek dengî hat erêkirin û cezayê lomekirinê dan Saglar. Saglar, ji ber Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kilıçdaroglu bi "Yek mirovbûnê" tawanbar kiribû sewqî "dîsîplîna îxracê" haibû kirin. Lijneya Dîsîplinê ya CHP'ê îro kom bû û bi yek dengî biryara şermezarkirinê da. Lijneyê bi sucdariya "Zerarê dide fêdeyên partiyê û bi riya çapemeniyê propaganda dike. Dîsa erkdarên partiyê biçûk dike derd barê rêveberan de gotinan belav dike." cezayê şermezarkirinê da. Saglar, daxuyanî dabû rojnameyek nêzî hikûmetê û Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu rexne kiribû.