Atici yê CHP'î: Agahiya wekîlên MHP û AKP'ê jî ji metna mutabaqatê tuneye 2016-12-05 09:21:33 MÊRSÎN - Parlamenterê CHP'ê yê Mêrsînê Aytug Atici diyar kir ku agahiya parlamenterên AK Partî û MHP'ê ji metna mutabaqatê tuneye û guhertina rejîm û qanûna bingehîn a ku tê xwestin bê kirin divê bi mutabaqata civakî bê kirin. Guhertina qanûna bingehîn û rejîmê ya ku AK Partî û MHP'ê li hev kirin li bendê ye hefteya pêşiyê ma, bê rojeva Meclîsê. Parlamenterê CHP'ê yê Mêrsînê Aytug Atici diyar kir ku AK Partî û MHP dibêjin di sîstema serotdewletiyê de li hev kirine lê tişta wehîm çi hatiye axaftin, li ser çi li hev kirine nayê zanîn. Atici destnîşan kir ku guhertina rejîmê û qanûna bingehîn a ku herdu aliyan lihevkirine dê çawa be ji aliyê tu kesan ve nayê zanîn û parlamenterên MHP û Ak Partiyê jî vê yekê nizanin. Atici got ku divê guhertina rejîmê û qanûna bingehîn divê bi lihevkirina civakî pêk bê. 'DIVÊ NÎQAŞ BI AWEYEKÎ ŞEFAF BÊ KIRIN' Atici got ku qanûna bingehîn li hemû kesên Tirkiyeyê eleqedar dike û wiha berdewam kir: "Divê hemû kes li aliyekî qanûna bingehîn bigire û bibêje qanûna bingehîn a min e. Lê îro AKP û MHP bihevre di nava hewldana guhertina rejîm û qanûna bingehîn de ne. Nîvê Tirkiyeyê jî derveyî vê yekê ye. Tirkiye cografyayekî kugelek gel dijîn e. Tirkiye dilê Rojhilata Navîn e. Bi kurd, elewî, êzidî, laz, çerkes, ereb û tirkan ve welatekî ku gelek cudatiyên etnîkî û olî bihevre dijîn e. Ger ku guhertina qanûna bingehîn bê kirin divê ev hemû li ber çavan bê girtin, şefaf bê kirin û ji bo gel nîqaş bike divê destur bê dayîn." 'GER NIKARIN BI RÊVE BIBIN, BIHÊLIN Û BIÇIN' Atici destnîşan kir ku Tirkiye bi sîstema parlamenteriyê ve tê birêvebirin û wiha axivî: "Divê gel pirsa 'heta îro te çi xwest pêk nehat' bike. Bi sîstema serokdewletiyê ve tişta ku di çenteyê xwe de derxîne û bixe meriyetê. Dema ku tê parlamentoyê çend rojan tê nîqaşkirin û gel vî dişopîne. Bertekên gel çêdibe ku mînaka vî ya herî baş qanûna îstismarê bû. Ger serokdewletî be çawa di çenteyê xwe de derxîne dê biketa meriyetê. Pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê ma guhertina rejîmê ye? Ger ku nikarin Tirkiyeyê bi rêve bibin, bihêlin û biçin em ê birêve bibin." 'JI BO KU XWE Û DERÛDORA XWE BIPARÊZE DIXWAZE' Ataci got ku nîqaşên serokomarê partiyî hê di rojevê de ye, Serokomar Tayyîp Erdogan li gorî qanûna bingehîn a heyî sûc dike û rêgeza bêalîbûnê binpê dike, Erdogan dixwaze bikeve nava şerê Sûriyeyê û hem jî yê Kerkûk û Mûsilê. Atici di berdewamê de wiha axivî: "Hem li hundir hem jî li derve şer dixwaze. Yanî sûc dike. Ji ber ku dizane ev hemû dê bibe bela serê wî ji bo vê yekê jî dixwaze ji bo ku em xwe hem jî derûdora xwe biparêze sîstema serokdewletiyê bîne û dixwaze li gorî vê yekê pozîsyonê bigire." 'WEKÎLÊN XWE JÎ GUHDAR NAKIN' Atici anî ziman ku AK Partî ne tenê HDP'ê, CHP'ê jî di guhertina qanûna bingehîn de derve dihêle û wiha berdewam kir: "AKP bi vî yekê re jî namîne û parlamenterên xwe jî li derve dihêle. Hûn ji parlamenterekî AKP'ê bipirsin. bibêjin kîjan guhertin hene, sîstemekî çawa dê bê. Çiqas nêrînên hilbijêrên xwe nîşan daye. Kê fîkrên wan girtiye. AKP'ê parlamenterên xwe jî di nav de tu kesan guhdar nake. Koma ku di serî re serokomar heye hin xebatan dikin piştre jî koma ku Devlet Bahçelî li serê wan e ve tên cem hev û xebatê dimeşînin. Piştre jî dibêjin ji bo Tirkiyeyê ya herî baş em dizanin." 'ÎXTIDAR HEM TÊ XAPANDIN HEM JÎ DIXAPÎNE' Atici anî ziman ku di dema pêvajoya çareseriyê de HDP jî ji aliyê AK Partiyê ve hatiye xapandin û wiha got: "Di pêvajoya çareseriyê de bi Qendîlê re hevdîtin pêk hat, bi Ocalan re hevdîtin pêk hat, mase hebû. Kengî dengên kurdan kêm bû. Mase xira kir niha jî bi MHP'ê re di nava halvetê de ye. Partiya ku dibêje em gelek caran hatine xapandin û gelek caran gel xapandiye, herdu jî heman partî ye. Hem dixapîne hem jî dibêje em hatine xapandin. Belê gelek caran xapandiye bixwe jî îtiraf kir." 'DARBEYA DUYEMÎN DARYEBA AKP'Ê YE' Atici destnîşan kir ku divê OHAL di demeke kin de bê rakirin, OHAL bi bîr xistina darbeya 12'ê Îlonê ye. Atici got ku ew OHAL'ê bi berdana riyê xwe şermezar dike û bi her mûyê riyê ve li dijî OHAL'ê li ber xwe dide. Atici ev tişt anî ziman: "Bi OHAL'ê re kedkarên tenduristiyê, kedkarên cemaweriyê, muxalîf, welatparêz, demokrat hemû beşên civakê hedef hatin girtin. Lingê darbeyê yê siyasî hê jî derneketiye. Li Tirkiyeyê du darbe li ser hev çêbû. Yek hewldana darbeyê ya 15'ê tîrmehê ya din jî d 20'ê tîrmehê de bi îlankirina OHAL'e re darbeya AKP'ê. Li vî welatî hem darbeya leşkerî hem jî darbeya sivîl 5 roj li pey hev çêbû." 'DIVÊ HEMÛ KES TÊBIKOŞIN' Ataca bilêv kir ku CHP dê li dijî sîstema serokdewletiyê biçe gel û gel dê pirsgirêka yekemîn tespît bike, guhertina rejîmê dixwaze yan naxwaze ji wan bipirsin. Atici got ku di bin sîstema serokdewletiyê de rant heye û gotina xwe wiha axivî: "Armanc tunekirina cudatiya hêzan e, di bin de nêzîkatiya ku tiştê ku ez dixwazim dikarim bikim va ye biryarnameya min, by-pas kirina Dadgeha Qanûna Bingehîn heye." Atici diyar kir ku ew ê wekî CHP li dijî vê yekê bin û kesên ku ji xwe re dibêjin em rewşenbîr, demokrat, sosyalîst, demokrat in li dijî vê yekê helwestê nîşan bidin û têbikoşin.