Dê li Beştepe Navenda Harekâtê ava bikin 2016-11-15 11:41:21 NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî hewldana darbeyê dê di bin Kuliyeya Serokomariyê de Navenda Harekâtê ya dijberî harekatên din ku wekî ewlehiya zîrweyê tê bi nav kirin ava bikin. Piştî Recep Tayyip Erdogan bû Serokomar, ji bo ewlehiya zîrweya dewletê Navenda Harekâtê xist rojevê. Piştî hewldana darbeya leşkerî ya 15'ê tîrmehê di bin Kuliyeya Serokomartiyê de avakirina Navenda Harekâtê anîn rojevê. Yekîneya bê avakirin dê di afetên xwezayî û şer de wekî maseya krîzê bê avakirin. Di rewşa şer, êrîşên kîmyewî, fîzîkî, bîyolojîk, nukleer û siberê de li dijî çalakiyên terorê hikûmet dê Navenda Harekâtê bikar bîne. Navenda Harekâtê ku niha li Kuliyeya Serokomartiyê ya Beştepe ye. Piştî hewldana 15'ê Tîrmehê tê armanca kirin ku li cihekî bêtir çalak bê avakirin. Navenda Harekâtê de şeklê Serokatiya AFAD'ê ku navenda wê li ser Rêya Eskişehirê ye û di şeklê tumulusê de ye esas bê girtin. Di rewşê krîzê de dê Serokomar, Lijneya Wezîran, Fermandarên TSK'ê dê li vê navendê kom bibin û li dijî operasyonan fermanê bidin.