Onder: Careke din dîrokê em mafdar derxistin 2017-06-16 09:05:41 ENQERE- Parlementerê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder, di dema betalkirina destnedayînan de bi van gotinan CHP hişyar kiribû: "Nekevin vê dafikê, dê dora we jî bê." Onder, got ku girtina Berberoglû jî di nav de CHP hemû hovîtiyên hatin kirin destek kirin. Onder, anî ziman ku ew li bendê ne ku CHP bangeke xwerexnedayînê di xwe de dihebîne û muxalefeta civakiyî zexm dike bike. Li Parlementerê CHP'ê yê Stenbolê Enîs Berberoglu 25 sal ceza hat birîn û hat girtin. HDP, berê gelek caran di warê betalkirina destnedayînan de CHP hişyar kiribû. Lê belê, bêyî ku guh bide van hişyariyan, CHP ev pêvajo destek kir. Piştî ku parlementerên HDP'ê hatin girtin, niha jî parlementerên wê tên girtin. 'CAREKE DIN DÎROK EM MAFDAR DERXISTIN' Parlementerê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder, ev pêkanîn nirxandin. Onder got ku wan berê di vî warî de CHP'ê hişyar kiribû û girtina Berberoglû jî bi van gotinan nirxand: "Dîrok ji cihekî ku hemû hişyarî û pêşbîniyên me mafdar derdixîne diherike." Onder wiha axivî: DEMA DIHAT GOTIN LI KURDAN BIDIN, HER KES DIKET HÎZAYÊ “Ji destpêkê ve, pergal ji bo ku qada xwe ya hegemonîk çêbike xwe li wê hafizeya 40 salî ya ku hemû zilm wek mîrate ji vî welatî re hiştine hêwirand. Di wê hafizeyê de dema dihat gotin ku 'li kurdan bidin', her kes diket hîzayê. Niha jî CHP, ji agahî û pergala ku dê pratîkeke îtirazî çawa tesîrdar be û dê encamên çawa bi dest bikevin gelekî dûr e. CHP BERTEKA ALÎGIRÊN XWE DIBUHURÎNE Nêzîkatiyên di wateya va em dimeşin kî bixwaze dikare bê cem me, ji feraseteke ku îtirazê bike malê civakê wirdetir, wek buhurandin û tefandina çewisandina alîgirên xwe ye." Onder, dest nîşan kir ku heke CHP di mijara meşa ku daye destpêkirin de bi nêzîkatiyeke rast tevbigere, dê tifaqeke baş çêbibe û wiha axivî: "Pirsgirêk tenê ne em in. Derdorên berfireh ên civakiyî, lê belê li dor rêgez û bangewaziyên rasteqîn bihevrebûnek pêkan e. PRATÎKA HDP'Ê PRATÎKA HEVPARIYÊ YE “Wekî din şubhê qutikê/qurmê li ber lehiyê ye. Yanî dê li wê kêlekê û li wê kêlekê bikeve û her cara ku lê bikeve dê hecma wî biçûk bibe. Çalakiyeke hevpar pêkan bû. Pratîka HDP'ê ji bo siyaseteke demokratîk pratîka hevpariyê ye. HDP bi tena serê xwe û bi awayekî aşkere delîla vê yekê ye. Di nav me de demokratên sosyal, mirovên sekuler, kesên bi referansên îslamî li jiyanê dinihêrin, sosyalîst, ermenî, suryanî û hwd. hene. Pratîka me pratîka hevpariyê ye. Ya ku ev cudahî anîne gel hev, armanca Tirkiyeyeke demokratîk e. Partiyeke ku ev wek bernameyekê daye pêş xwe, bi profîla endam û wekîlên xwe vê yekê derdixîne holê. DIVÊ BANGEWAZÎ XWEREXNEDAYÎNÊ DI XWE DE BIHEBÎNE Bangewaziya ku li HDP'ê bê kirin dê bi îhtimamî bê nîqaşkirin û nirxandin. Divê wateya xwerexnedayînê ya bangewaziyeke bi vî rengî hebe. Çimkî, kevirên vê riya ku hat vê asta hovane, hemû bi piştevaniya CHP'ê hatin bicihkirin. Bûyera ku di şexsê Enîs Berberoglû de qewimî, rengvedaneke wê ya trajîk heye; hem parlementerek tê girtin û tiştekî ku bi saya CHP'a ku got 'li dijî Qanûna Bingehîn e, lê erê' pêk hat û hem jî meseleya ku Berberoglû pê tê îthamkirin danderiya operasyonên hikûmetê yên ku li Sûriyeyê tên lidarxistin e. Di bin tezkereya Sûriyeyê de, dîsa em dibînin ku li binî wek bangeranekê mohra CHP'ê heye. Ji ber vê, divê banga CHP'ê xwerexnedayînekê di xwe de bihebîne. An jê vegotina hadê va em diçin hûn jî werin, ji hêla çanda siyasetê ve, ji hêla têkoşîna demokrasiyê ve nêzîkatiyeke kêmbar e."