Serokê Partiya Kizil xwest piştevaniya wekîlên HDP'ê zêdetir be 2016-12-12 09:25:01 STENBOL - Seroka Partiya Kizil a Norveçî Audun Lysbakken, bal kişand ser astengiya li pêş hevdîtina bi wekîlên HDP'iyan re û wiha got: "Divê piştevaniya bi parlamenterên HDP'ê re zêdetir bibe." Heyeta Ewropa ji bo bi Hevserokên HDP'ê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag re hevdîtin bikin di 8'ê Kanunê de hatin Edîrneyê û rastî astengiyan hatin. Endamên heyetê û Serokê Partiya Kizil a Norveçê Audun Lysbakken û Berdevkê Partiya Kizil Yeşîl ê Danimarkayî Pernille Skipper, girtina parlamenterên HDP'ê û zextên li ser HDP'ê nirxand. Seroka Partiya Kizil a Norveçî Audun Lysbakken, astengiya li pêş hevdîtina bi parlamenterên HDP'ê re şermezar kir û diyar kir ku girtina siyasetmedaran ne rast e û wiha got: "Me xwest hevdîtin bikin û rewşa wan fêr bibin. Hevdîtinek navneteweyî ku wisa ji aliyê hikûmeta tirk ve hat astengkirin nayê qebûlkirin. Em ji mafê azadiyê mafê ramanê û mafên mirovan bi fikar in. Divê em bi wekîlan re bêtir di nava piştevaniyê de bin. EM DÊ ZEXTAN LI SER HIKÛMETÊ BIKIN Lysbakken, destnîşan kin ew ji mafên mirovan bi fikar in û wiha got: "Em girîngiyê didin Yekîtiya Ewropayê. Divê YE rabe ser piyan. Divê YE li hemberî mafên mirovan rapin ser piyan. Em dê zextan li ser YE'ê çêkin. YE JI BER PENABERAN BÊDENG E Berdevkê Partiya Kizil Yeşîl ê Danimarkayî Pernille Skipper jî helwesta YE'ê rexne kir û wiha got: "Heta Tirkiye têkiliyên xwe yên bi YE re rast neke ev pêvajo wisa nadome. Hevdîtin wisa nadomin. Wekîlên HDP'ê wekîlên xwişk û bira ne. Ji bo Wezareta Karên Hundir zextan li Tirkiye bike em dê bi axivin. Niha YE li dijî Tirkiye bêdengiyê tercih dike. Ji ber penaberan bêdeng dimîne. Ev şerma Ewropa ye. Divê em ji bo mafên mirovan têbikoşin."