Tugluk: Dixwazin partiya me derxinin derveyî siyasetê 2016-12-15 14:59:51 ENQERE - Cigira Hevserokên Giştî yên HDP'ê Aysel Tugluk, da zanîn ku ji 2'ê Cotmehê hat niha 831 kes hatine binçavkirin û 360 kes jî hatine girtin. Tugluk, bi lêv kir ku operasyonên binçavkirinê "operasyonên tola siyasî ne" û wiha got: "Dixwazin HDP'ê derxin dervê siyasetê." Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê operasyonên li dijî partiyan wan de agahiyên dawî bi daxuyaniya li salona navenda giştî ya partiyê bi raya giştî re parvekirin. Di daxuyaniyê de Berpirsa Hiqûq û Mafê Mirovan û Cigira Hevserokên Giştî yên HDP'ê Aysel Tugluk, da zanîn ku ji 2'ê Cotmehê hat niha 831 kes hatine binçavkirin û 360 kes jî hatine girtin. Tugluk, diyar kir ku partiya wan bi qirkirinek siyasî re rû bi rû ne û wiha got: "Li bir tişta bal bikişandin ewe k udi serdegirtinan de dest datînin ser belgeyên mey ê fermî û dixwazin xebatên me asteng bikine. Em carek din êrîşa li Beşîktaşa Stenbolê şermezar dikin. HDP li pişt aştî û jiyanê ye. Ji ber ku nikarin pêşiya teqînan bigirin HDP'ê sûcdar dikin lê divê bê zanîn ku yên nikarin pêşiya van teqînan bigirin berpirsyarin. Divê wezîrên eleqedar îstîfa bikin. Vê bûyerê wekî hincet nîşan didin û dixwazin meclîsek bêyî HDP'ê avabikin û referandumê pêk bînin. Ger hêza wan têrê dike bila bi HDP'ê re têkoşîna siyasî bide meşandin. Ji ber ku nikare vê bike bi girtinan têkoşînê dide meşandin." 'DIXWAZIN HDP'Ê DERXIN DERVÊ SIYASETÊ' Tugluk, hevdîtinan serokên giştî yên MHP, CHP û AKP'ê ku duh li Çankayayê pêkanîn jî nirxand û wiha axivî: "Dibe ku serokên partiyan bên gel hev lê HDP a ku 6 milyon deng stendiye li derveyî vê tê hiştin. Mijara wan lêgerîna eniya neteweyî ye. Dixwazin çi bikim em nizanin. Ev şerma demokrasiyê ye. Ev nîşan dide ku em derxistine derveyî siyasetê. Nîqaşên me yên derbarê gunehtinên Qanûna Bingehîn a ku dê di 20'ê Kanûnê de bên dîtin didomin. Dê helwesta me ji aliyê saziyên têkildar ve bê ragihandin."