Bîlgen: Rûdanên li Helepê Mavî Marmara ya duyemîn e 2016-12-16 13:14:58 ENQERE - Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen, têkildarî rewşa şerê li Helebê û rewşa Tirkiye axivî û got: “Rûtanên li Helebê pêş dikevin Mavî Marmara ya duyemîn e. Yên ku salek berê ji bo Cizîr, Sûr û Sîlopyayê dengê xwe nekir îro ji bo Helepê ev gotin ne samîmî ye. Dîsa li dijî avahiya me êrîş pêk hat. Ev jî encama bang û fermana peyvira sefera neteweyî ye. Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bîlgen, têkildarî geşedanên dawî li meclîsê civîna çapemeniyê pêk anî. Bîlgen, têkildarî geşedanên li Helebê pêş dikevin axivî û wiha got: "Tabloya îro li ber çavan encam e. Li gel hemû hişyarî û rexneyên me, Tirkiye dest ji polîtîtîkayên xwe yên li hembernî Sûriyê berneda. Ji ber polîtîtîkayên li dijî Sûriye ku hişyarî û rexneyên me li ber çavan negirtin îro komkujî û êşên mezin ên mirovan pêş dikevin. Ev encama vê siyasetê ye. Îro daxuyaniya Serokdewletê Rûsya Putin heye. Dibêje têkildarî Helebê rica kiriye. Em dibînin ku vê gotinê li gorî Rûsan xwestiye pêş neketiye û ji ber vê yekê li El-Babê bi êrîşê peyam dane. Divê her kes li dijî êrîşên ku li ser welatiyên sivîl pêk tên samîmî tev bigere. Salek beriya Helebê li Cizîr, Şirnex, Nisêbîn, Sûr û Sîlopyayê êrîşên bi heman rengî pêk hatin. Bêdengiya li hemerî van bajaran şerma herî mezin e. Geşedanên ku îro li Helebê pêk tên duyemîn Mavi Marmara ye. ÊRÎŞKARAN FERMANA SEFERBERIYÊ PÊK ANÎ Bîlgen, têkildarî êrîşa li dijî avahiya Navenda HDP'ê jî nirxand û wiha got: "Berî her tiştî ez dixwazim balê bikşînim ser nûçeyên ajansên dewletê. Bi ser navê ‘Kesê li ber avahiya HDP'ê gule berda hewa hat binçavkirin' Lê wî kesî gule neavêtye hewa. Gule avêt avahiyê. Êrîşa ku duh li dijî me pêk hat perçeyekî vê pêvajoyê ye. Birêz Serkoomar got ‘Gule navnîşanê napirse". Berî wê fermana seferberiya neteweyi da. Ev ne ‘Şêwirmendiya neteweyî ye" Ev dijberî avê yekê hedef tê nîşandan. Kesê ji seferberiyê wisa fam kir çek xist destê xwe û fermana peyvira seferê li dijî me pêk anîye." Di rojên dawî de êrîş û binçavkirinên li dijî sazî û rêveberên me nişan dide ku êdî bu tu awayî me tehamul nakin. Parlamenterên me tên şopandin û diçin wan binçavdikin. Lê çawa dibe ku kesê êrîşî avahiya me dike nayê şopandin. METÎN AMADE KIRIN Û DANÎN PÊŞ ME Bîlgen, metnê ku AKP, CHP û MHP'ê amade kir û danî pêş wan jî rexne kir û wiha got: "Piştî êrîşê me wekî MYK’ê danezanek amade kir û bi çapemeniyê re parve kir. Dema ji bo danezana hevpar dawetiye hatiba me de binirxanda. Le wisa nekirin. Berê 3 partiyan bi hevre metna danezanê amadate kirin û danîn pêş me. Ev helwest nayê qebûlkirin. TIRKIYE DIXIN NAVA KAOSÊ Bilgen, metnê Qanûna Bingehîn jî rexne kir û "Di vê pêvajoya ku niqaqên Qanûna Bingehîn tê kirin li dijî endam û rêveberên me û avahiyên me binçavkirin, girtin û êrîş zêde bûne. 60 xalên zagonê li dijî ûsûl û pîvanan dixwazin di komîsyonê re derbas bikin. Tu rewatiya vê yekê tune ye. Pir aşkere ye ku dê çawa deng bidin. Parlamenter bêyî metnê bibînin îmez davêjin. Dixazin bi zextan 330 dengan temam bikin." BERÎ REFERANDÛMÊ DÊ ZEXT ZÊTETIR BIBIN Bîlgen, herî dawî anî ziman ku berî pêvajoya referandumê dest pê bike dê zext zêde bibin û wiha got: "Dixwazin erka Serokomarê nû ji ya Kenan Evren zêdetir be. Dixwazin di vê pêvajoya şer de ji peyvira Kenan Evren zêdetir peyvirê li ser Serokomar bar bikin. Li hemberî vê yekê HDP'ê ji bo xwe asteng dibînin. Ji ber vê yekê dê bixwazin zextan li ser me zêdetir bikin. Ji bo di pêvajoya referandumê de partiya me ne di meclîsê de be çi ji destê wan bê dê bikin. Dixwazin astengiya me ya li meclîsê ji pêş xwe derxin û li gorî xwe Makeqanûnê ava bikin ji ber vê yekê êrîşên xwe ya li ser me zêdetir dikin."