Onder: Hûn rûqalî hev nebin hûnê her şer bikin 2016-12-16 22:35:13 ENQERE - Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder di axaftina girtinê ya hevdîtina niqaşên butçeya 2017'an de diyar kir ku geşedanên dawî nîşan dide ku hikûmet di nava panîkê de ye û wiha got: "Ger hûn rûqayî rastiyan nebin hûn dê her şer bikin û di nava şer de bin." Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder, di axaftina girtina niqaşên butçeya 2017'an a li Meclîsê de hikûmet rexne kir û xwest li rastiyên xwe vegerin û bi rastiyan re bên rûqayî hev û dest ji şer berdin. Onder di axaftina xwe ya li meclîsê de wiha got: "İro li vir serokê hemû partiyên siyasî amade ne. Lê Hevserokên me ji ber garabeta hiqûqê di girtîgehê de ne. Vê yekê bi rakirina destnedayîna parlamenteran dest pê kir. Ev li dijî hiquq û Qanûna Bingehîn bû. Me parlamenterên li derve û girtî tevan serî li Dadgeha Qanuna Bingehin daye. Lê mixabin hêj Dadgeha Qanûna Bingehin cesaret nekiriye û ev yek nexistiye rojeva xwe. Hûn dizanin demekê qiqûq li ser bingehê esasê dixebite. Niha ji bo rê li pêş esasê bigirin pergala hawiz ava kirine. Wisa xuya ye ku ev dosya dê di hawiz de birizin. Serokwekîlê Koma Partiya Îktîdarê ji partiyên muxalif re dibêje 'Hûn devê xwe vedikin Qesr; hûn digirin bi dizî û tiştên din...' Ez jî niha dê axaftinek butçeyê bikim ku qet gotina Qesrê di navre derbas nebe. Hem jî bi argumana hikûmetê ya pêşketî. Dîsîplîna butçeyê winda bûye. Ji butçeyekê çi tê hêvîkirin. Mirov dikare çend tiştan li ser butçeyê bêje. Bi fonên hatine avakirin dîsîplîna lêçûna navendî li gelek qadên jiyanê hatine baypaskirin. Ev jî ji venêrtiya Qesrê hatine revandin. Piştre em dibînin ku ev ji venertina Sayiştayê jî hatine revandin. Dema mirov dibêje "Venêrtin" ziravê îktîdarê diqete. Me ji hikûmetek ku her dem gotinên di hilbijartinan de ji millet de dibêje 'Carek din deng bide me' sozên rê, pir, bendavan dide bihîst. Ez ji wan pêşniyar dikim ku li Rojhilata Navîn û Rojhilat bigiştî îktîrar mirovan têk nabe. Mirovan bi hêz dike. Piştî demek şûnde bi ewlehiya civakê, aboriya civakê û dîlgirtina baweriya civakê dikarin xwe li ser piyan bihêlin. Dema zor jî dikeve nava vî karî dest bi maliyetên mezin dikin. HIKÛMET DI NAVA PANÎKÊ DE YE Dema dor bê karê înşatê bawer dikim di cîhanê de yê herî zêde rê û pir çêkiriye herî zêde Midûriyeta Rêyên Bejayî ye. Mûdûriyeta Karê bejayî dikare pesnê xwe bi vê yekê bide. Lê herî zêde hikûmet dike para xwe. Piştî dagirkeriya Faşist Berlin tev hatibû wêrankirin. Kevir li ser kevir nemabû. Bûbû bajarekî mezin ê wêran. Niha hûn li rê, pir û bendavê wê binerin. Bi hişê mirovan nelîzin. Niha jî hişekî wisa li ser mirovan çê dikin. Tirs û panîk ji hev pir cuda ne. Du merseleyên ji hev cuda ne. Hûn nikarin panîk û tirsê ji hev cuda bikin. Niha pêvajoya em têre derbas dibin çarka dewletê û hikûmetê yên welat bi rêve dibe tevketine nava fikarên xerabe. Ketine nava panîkê. Dermana vê derûniya xerab a herî baş rû bi rûbûne. Rûqali rastiyan e." Onder li ser dîrok û kevneşopiya çand û dahatuya nijada tirk û tirktiyê jî rawestiya û anî ziman ku ji ber têgeha "Em" naveroka wê hat valakirin û li gorî yek zayend, yek nijad, yek bawerî û yek yek yekê hat avakirin. Ev têgeha ku hundirê wê hat valakirin hêj nehatiye rastkirin. Li welatên emperyalist tenê rêyek rakirina welatên wan heye. Hemû nebesî û kêmasiyên xwe paqij kirin û îxracî welatên din kirin. Ji ber vê yekê wan xwe pak kirinû bi qirêjiya xwe welatên din hêj lawaz, jar û bêhêz kirin. Em tirk, kurd, ermenî, rûm, ereb, suryanî û nasnayeên din ji ber ku me nekaribû nexweşî û qirêjiyên xwe îxracî welatekî din bikin me tev îxracî nava kurdan kir. Rojên em niha di navre derbas dibin pratika vê yekê ye. Em dê bi vî rengî maliyetek pir mezin ji pêşerojê re bihêlin. Warê wêran. Dîroknas û seyahên biyanî behsa meşa 1526'an a Mohaçê dikin. Hêjaye em vê gotinê bibîr bînin. Meşa Mohaçê bi 200 hezar kesan pêk hatiye. Hemû dîroknas dibêjin Artêşa 200 hezar kes di hemû axa Rumelî re derbas bûn. Lê pêl simbilekî genim jî nekirin û derbas bûn. Wisa di dîrokê de hatiye neqişandin." EM JI 81 BAJARÎ DAKETIN 80 BAJARÎ Onder , anî ziman ku ew ji 81 bajarî daketin 80 bajarî û wiha berdewam kir: "Êm ji artêşa ku dema hemû Rûmelî derbas kir pêl hem û simbilekî genim nekir, di bin navê 'Têkoşîna bi terorê re" bi rêbazên 'Têkoşîna bi tundî" me bajarek ji kok ve ji rûpelên xerîteyê (nexşeye) paqij kir. Ev rêbazek e? Rêbaz e. Lê ev rêbaza Mogollan e. Osmaniyan jî wisa nekir. Em wekî Partiya Demokratîk a Gelan tu carî me rêbaza tundiyê neparast û naparêzin. Me tucarî rebaza tundiyê wekî çareserî nedît û nabînin. YA KU EM DIKIN DERT MEMLEKET E Parlamenterê HDP'ê Sirri Sureyya Onder herî dawî anî ziman ku di israra çareseriyê de ji ber ku pêşeroja welat e. Me pêvajoyek derbas kir. Kêmasî û zêdeyên wê çêbûn. Li hemû welatên cihanê wisa ye. Bi heviya ku dîsa hevalên me yên girtî bên berdan, em dîsa li rojên çareseriyê vegerin û dîsa ne li jêr ne li jor raste rast li hev binerin û li çareseriyê vegerin.