AKP'yiyê berê Gunay: Serokomariya Partiyî wê dabeşkirinê har bike 2016-12-18 09:07:07 STENBOL - Wezîrê Çand û Turîzmê yê AKP'yî yê berê Ertûgrûl Gunay nîqaşên têkildarî serokatiyê wiha şîrove kir: "Serokomariya bêalî temînata hevgirtinê ye. Serokomariya partiyî nikare vê temînatê pêk bîne, wê berberîbûnê zêde bike, dabeşkirinê har bike." Gunay dest nîşan kir ku, di navbera AK Partiya ku ew di 2007'an de tevlî wê bû û ya niha de, tenê şibandina navî heye. Ertûgrûl Gunay ê ji salên 1970'yî heta salên 1990'î di CHP'ê di merhaleyên cihê siyasetê kir û di salên 2000'î de derbasî AKP'ê bû demekê Wezîrtiya Çand û Turîzmê kir, têkildarî Qanûna Bingehîn a nû, Rewşa Awarte (OHAL), Biryarnameyên di Hukmên Qnaûnan de (KHK), girtina parlementerên HDP û hevşaredarên DBP'ê û nîqaşên pergala serokatiyê de, pirsên dîhaberê bersivandin. * Tirkiye, ji hilbijartinên 7'ê hezîrana 2015'an û vir ve, bû qada gelek geşedan û qewimînan. Hûn vê pêvajoyê çawa dinirxînin? Tirkiye, di 7'ê hezîranê de derfeteke zaf girîng heba kir. Dikaribû di qada îktîdareke nû, dewleteke huqûqê ûd emokrasiyê de, gavên bi hêviyî biavêtana. Lê belê, tevgerîna nelihevkirinê ya MHP'ê, tevgerîna zêde lihevkirinê ya CHP'ê -ya 35 rojan bi hevdîtinên bêbinî derbas kir-, vê derfetê ji holê rakir. Tirkiye, bi zanebûnî ber bi vê nêvenga rageşiyî, nebaweriyî ve hat kişandin. Halbûkî, herî kêm CHP'ê di serî de pêvajo deşîfre bikirana û ji ber peywira avakirina hikûmetê ji bo wê nehatiye dayîn, nebeşdarbûyîna xwe yî ji bo hilbijartina nû daxuyandana, bawerim wê senaryoya 1'ê mijdarê nibûne cihê ewqas bûyeran. * Berê hûn di Hikûmeta AKP'ê de wezîr bûn. Gelo di navbera AKP'a wê demê û ya niha de çi cudahî hene. Bi taybetî piştî hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê hikûmet bi OHAL û KHK'yan dixwaze bi rê ve bibe, hûn vê çawa dinirxînin? Di 2007'an de piştî muxtiraya 27'ê Nîsanê, ji bo ez li dijî lêgerînên derbekariyî derkevim ez beşdarî AKP'ê bûm û di navbera AKP'a wê rojê û ya niha de, tenê cudahiyek heye, ew jî şibandina navî ye. Wisa dixuyê şibandineke din tune ye. AKP, ji 2002'ayn heta dawiya 2012'an di warê endamtiya YE'yê, pirdemokrasiyê, dewleta huqûqê de gavên girîng û erênî avêtin. Lê niha, hema bêje li dijî van hemû têgehan şer dike. Ev ji aliyekî ve, xweînkarî ye. * Bi modela rêveberiya nû ya wek "Serokomariya Partiyî" tê bi navkirin re, gelo pêkane ku şopên 12'ê Îlonê bên malaştin an jî niyetek wisa heye yan na? Tirkiye, pergala Serokamriya Partiyî, nîv sedsal berê terk kirye. Niha dubare hewldana derbasbûyîna vê pergalê zaf bi xetere ye. Çimkî Tirkiye, ew welat e ku, rageşiyên kûr, veqetînin hestiyarî, pevçûnan dijî. Li welatekî ku pirsgirêkên veqetîna etnîk û baweriyî hebin, ji xwe wê siyaset alîgiriyê, avahiyên perçeyî temsîl bike. Divê Serokomar, ne perçeyekî ji vana, hemû welat û hemû gelî temsîl bike. Serokomariya bêalî temînata hevgirtinê ye. Serokomariya partiyî nikare vê temînatê pêk bîne, wê berberîbûnê zêde bike, dabeşkirinê har bike. * Girtina hevserok û 10 parlementerên 3'yemîn partiya Meclîsê yanî HDP'ê û li gel van, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncelê, hûn li kuderê siyasetê didin rûniştandin? Tirkiye, ew welat e ku, nizane dersê ji tiştên dijî derxîne. Ji ber vê demokrasiya me kamil nabe; tiştên me jiyaye, ji nû ve dijîn. Me di salên 90'î de derxistina ji Meclîsê ya parlementeran dît. Me encamên wê jî dîtin. Me dît ku, piştevaniya aşitiya civakî nak, bi kêrî kesên li dijî demokrasiyê tê, me dît ku pirsgirêk kûrtir kirin. Niha dîsa heman xeletî tên kirin; hem xemgîn dibim, hem jî şik û gumanên min zêde dibin. * Li gel parlementeran, girtina siyasetmedarên wek Ahmet Turk û tayînkirina qeyûman, gelo ev bi ya we ji wan polîtîkayên dewletê yên têkildarî pirsgirêka kurd a ev 40 sal didome cuda ye? Wê bi xwe re çi encaman derxîne holê? Ev 40 sal e Ahmet Turk nas dikim; di Meclîsa 1977'an de em bi hev re bûn. Di 12'ê Îlonê de jî rastî neheqiyên giran hat. Lê li gel vê j, dev ji wê girêdana xwe yî Tirkiyeyê û demokrasiyê berneda. Neguhdarkirina kesên mîna wî yên baweriya xwe bi demokrasiyê anîne û rastî neheqiyê tên, wê tu fêdeya wê ne ji bo wleat û jî ji bo kesî hebe. * Binpêkirinên di warê maf û azadiyan, mafên mirovan, azadiya weşanûçapemeniyê û hwd. gelo di demên dawî de li ber çavê cîhanê dîmeneke Tirkiyeyê ya çawa heye? Mixabin dîmena ku li ber çavê cîhanê xwe daye der, zaf êşbar e. Heke derdorên îktîdarê ji dêvla kerb û hêrsa xwe li dijî derve bidin der, li ser 'me li kduerê şaşî kir' bifikirin, evqasî ji xwerexnekirinê nerevin, wê kar û bar ewqas zehmet nebûnan, lê nîşaneya niyeteke wisa tune ye. *Tirkiye hem li hundur û hem jî li derve rastî krîzeke siyasî hatiye. Gelo jêderva çî ye, wê ev krîz bi avêtina gavên çawa bid awî bibe? Têkildarî vê rewşa êşbar a welat de, gelek tişt hem ji bo îktîdarê hem jî ji bo muxalefetê dikarin bên gotin. Kesên welat bi rê ve dibin, hilgirtina wan î berpirsiyariyê jî girîng e. Lê bi ya min, noqteya em hatinê, beriya siyasetê berpirsiyariya yekemîn a huqûqê ye. A rast ya kesên ku huqûqê disepînin û ev raye di dest wan de ye. Min jî perwerdehiya huqûqê dîtiye, bi wê zanyariyê dibêjim. Li Tirkiyeyê huqûq, di her serdemê de, bi awayekî kirasê siyasaliyê li xwe kiriye. Lê di 10 salên dawî de ev siyasalbûn hat radeya neqebûlkirin. Me bedêla vê da, û em hîn jî didin. Ji ber vê yekê, beriya her tiştî divê li gor rêgezên YE'yê feraseteke dewletî ya huqûqê bê sepandin. Vala negotine: Edlaet bingeha milk/dewletê ye. Dema mêzêna edaletê xera bibe, wê mîhenga her tiştî xera bibe.