Osman Şêx Îsa: Planên wan î li Suriye û Rojavayê bêhikum in 2016-12-23 09:27:55 EFRÎN -Hevserokê Meclîsa Rêveberiya Kantona Efrînê Osman Şêx Îsa, rewşa Helebê, hevdîtinên di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de, bandora van hevdîtinan a li ser Rojava û Sûriyeyê nirxand. Dest nîşan kir ku, gelê kurd û Sûriyeyê xaka xwe bi dest Tirkiyeyê de bernade û wiha got: “Çiqas bi hêzên cîhanê re li hev bikin jî, ew lihevkirin li vê derê bêhikûm dibe.” Di rojevê de, yek ji wan mijarên germ û girîng jî vekişîna hêzên li Helebê ye. Piştî vekişîna koman ber bi Îdlîbê ve dest pê kir, Sefîrê Rûsyayê Andrey Karlov li Enqereyê bi destê polîsekî hate kuştin. Li gel vê yekê jî, civîna di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de ya li ser Suriyeyê nehate taloqkirin. Hevserokê Meclîsa Rêveberiya Kantona Efrînê Osman Şêx Îsa, rewşa Helebê, dagirkirina herêma Şehbayê, êrîşên li ser Babê û helwesa gelên Sûriyeyê û hêzên kurd ji ajansa me dîhaberê re nirxand. * Li ser Helebê, ev çendeke di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de hin hevdîtin hebûn. Herî dawî bi awayekî aşkera jî her 2 dewlet li xwe mikur hatin û derketina komên li Helebê dest pê kir. Niha li Helebê rewş çi ye? Çend roj berê me jî weke Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê û hin saziyên me serdana Helebê kir. Ev demeke dirêj bû hin komên çete yên navê muxalefeta Suriyeyê li ser wan bû û bi gotinên Tirkiyeyê tevdigeriyan li Helebê bi cih bûbûn. Ev kom bûne mijara bazarekê di navbera Rusya û Tirkiyeyê de. Di encamê de jî, biryara derxistina van koman hate dayîn. Bi vê siyasete re ruyê Tirkiyeya ku digote, “Ez alîgirê muxalefeta Sûriyeyê me. Ez alîgirê gelê Sûriyeyê me. Ez li dijî Beşar im û ez ê wî bixînim” bi awayekî zelal aşkera bû. Lihevkirina terkkirina koman a ji Helebê, nîşan da ku gelê Sûriyeyê û muxalefet ne xema Tirkiyeyê bû. 'HEMÛ PLANÊN TIRKIYEYÊ LI SER TEKOŞÎNA GELÊ KURD E' * Nexwe çima ji destpêka şerê li Sûriyeyê heta niha weke hamiyên van koman tevdigeriya? Ji bo berjewendiyên xwe. Berjewendiyên xwe jî di têkçûyina gelê me yê Rojava, gele bakurê Suriyeyê de didît. Lewre bi têkoşîneke bêhempa temelên jiyaneke hevbeş bi tevahiya pêkhateyan re li ser vê erdnîgariyê hate avêtin. Bêguman Tirkiye heta îro bi hemû hêza xwe û alîkariya çeteyan li hemberî destkeftiyên gelê kurd û yên herêmê derket. Ev yek bû sedem ku, gelek tawîzan jî bide welatên li ser vê xakê dixwazin hukmê xwe bidomînin. Yanî Tirkiye hemû planên xwe ji bo gelê kurd û têkoşîna wan bi ser nekeve çêdike. * Li gorî van gotinên we, terkkirina Helebê jî, ku bi her awayî cihê herî stratejîk e, li ser têkbirina destkeftinên gelê kurd pêk hatiye? Heleb ji bo tevahiya Sûriyeyê, ji bo bakurê Sûriyeyê xwedî cihekî girîng e. Ji mile siyasî, stratejîk, aborî ve jî wiha ye. Ev bajar bandora xwe li ser tevahiya Sûriyeyê dike. Tişta xuya dike Tirkiye destên xwe ji Helebê kişand û teslîmî Rûsyayê kir, teslîmê rejimê kir. KOMÊN KONTRA YÊN BI TIRKIYEYÊ RE TEVDIGERIYAN RÊ Û RÊBAZÊN ZILMÊ DIMEŞANDIN * Dîsa têkiliya di navbera Tirkiye û komên çete de jî, fermiyet qezenc ki… Rast e hevkariya ku heta îro bi DAIŞ’ê û van koman re danîbû, bi vê hemleya dawî ya Tirkiyeyê re îfşa bû. Ev yek nîşan da ku, ev komên çete, heta îro ji bo ajandaya Tirkiyeyê xebitîne û hê jî dixebitin. Dîsa derkete holê ku armanca Tirkiyeyê ne têkçûyina Beşar e. Berê jî nîşaneyên vê yekê hebûn. Mînak li Helebê û bi taybetî jî li taxa Şêx Meqsûd hema bêje ji sedî 25’ê bajêr di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), YPG û YPJ’yê de ye. Ev komên kontra ku bi Tirkiyeyê û hin welatên din re tevdigeriyan hemû rêbazên zilmê, yên tunekirinê, qirkirinê li ser gelê vê derê dane meşandin. Lê bi ser neketin. Di dawiyê de jî me dît bê çawa Hikûmeta AKP’ê ew kom li dehan wesayitân siwar kirin û li ber çavên hemû cîhanê ev komên çete û teror birin Îdlîbê. Ji wir jî di ser dewleta Tirkiyeyê re dê derbasî herêma Şehbayê bike. Ji bo dagirkirina vê herêmê. Dê van koman bişîne Ezez, Raî û Babê. Tirkiye dixwaze bi vê hewldanê rêbazeke nû bixe meriyetê da ku siyaseta xwe ya li hemberî kurdan bimeşîne. 'LI HELEBÊ SIYASETA TIRKIYEYÊ PERPITÎ' * Me tevan vekişîna van koman temaşe kir; lê dibêjin ev kom tev ne yek deng in. Gelo Heleb bi temamî ji çeteyan xalî bûye yan? Niha Heleb bi tevahî ji komên ku bi navê Artêşa Azad li vir bûn nehatiye paqijkirin. Di nava van koman de pirsgirêk derketin û hê jî hene. Hin kom ev hewldan weke bêîradekirinê nirxandin û qebûl nekirin. Tevlîheviyek di nava wan de derket. Yên ku rastiya siyaseta Tirkiyeyê dîtin, li dijî biryarê derketin. Hin ji wan xwe radestî hêzên YPG/YPJ’ê kirin. Hin ji wan li malên xwe rûniştin. Ev li hevkirina di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de, bandora xwe li ser hemû komên li tevahiya Sûriyeyê ne kir. Niha tevlîheviyek di navbera hemû koman de heye. Ev li hevkirin ji bo gelek koman, bû sedema hişyariyê jî. Lewre li Helebê bûne mijara bazarê. Di qadên ku ji hêla YPG/YPJ’ê ve hatine rizgarkirin de, Tirkmen dijîn. Ewan jî siyaseta ku Tirkiyeyê li ser wan dimeşand nas kirin. Siyaseta Tirkiyeyê ku bi salan e li Helebê dimeşand perpitî. * Armanca sereke çi bû, ku Tirkiye wiha tevgeriya? Di berdêla vê de, em dizanin armanc herêma Şehbayê ye. Bab e. Astengkirina gihiştina her 3 Kantona ye. Qetilkirina projeya Federaliya Bakurê Sûriyeyê ye. Ji hêla din ve demeke dirêj e Tirkiye dixwaze herêmeke tampon ava bike. Ev hewldan dê demografiya herêmê biguherîne. Gelê li vê herêmê dijî, dê koçber bikin, dest deynin ser mal û milken wan û radestî çeteyan bikin. Çeteyan û malbatên wan li Herêma Şehbayê bi cih bikin û bi vî awayî herêmeke tampon ava bikin. Ev guhertina demografik jî li hemberî yekîtiya Suriyeyeke demokratik e. Tirkiye siyaseteke xeter dimeşîne li hemberî gelê kurd. Biryar daye li bakur, başûr û Rojavayê hemû destkeftiyên gelê kurd têk bibe. Tawîzên ku li hemberî her welatî dide jî, li ser vî esasî ye. Li hemberî Suriyeyê, Îranê, Rûsyayê, Amerîka, Îsraîl û gelek welatên Ewropî dide, tev li ser vî esasî ne. 'SERKEFTINA ROJAVA SERKEFTINA GELÊ KURD, AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ YE' * Çima ewqas li hemberî destkeftiyên gelê kurd e? Serkeftina şoreşa Rojava serkeftina gelê kurd, serkeftina demokrasî û aştiyê ye. Heskirina di navbera gelan de, parastina yekîtiya Sûriyeyeke demokratik, wê bandorê li ser tevahiya Rojhilata Navîn bike. Eger ev proje bi ser bikeve, serweriya AKP’ya faşist û hemû dewletên nexêriya Rojhilata Navîn dixwazin wê bi bin bikeve. Ji ber vê yekê ev şerê dijwar li hemberî projeya demokratik, felsefeya azad tê kirin. Şoreşa li Rojava dikeve sala 6’an. Di nava van salan de rastiya yekîtiya gelên bakurê Sûriyeyê, rastiya yekîtiya gelên li rojavayê Kurdistanê derkete holê. Xuliqkirina hêza parastinê, rêxistinî, rêveberî û aboriyê ye. Ev siyaset e ku, Tirkiyeyê aciz dike. Lê li ser Rojava çiqas qirkirinê bimeşîne, çiqas hewldanên dagirkeriyê bidomîne û êrîş bike jî, dê nikaribe vê şoreşê têk bibe. 'ÎRADEYA VÎ GELÎ JI HEr ÎMPARATOR Û HIKUMDARÎ XURTIR E' Lewre îradeya vî gelî ji her hêzê xurtir e. Ji her hikûmdarekî, ji her sultan û împaratorekî xurtir e. Her wiha berxwedaniya gelê kurd li bakurê Kurdistanê ne kêmtirî rojavayê Kurdistanê ye. Yanî ew qirkirinê civakî, siyasî, îdarî; bi girtina deh hezaran gel, bi dehan parlamenterên kurd û hevşaredaran wê nikaribin îradeya gelê kurd bişikînin. Yên berî Recep Tayyip Erdogan hatibûne ser hikum jî heman siyaset meşandin û tev bi bin ketin. Bona vê yekê jî em dibînin ev nefesa AKP’ya faşist ya dawî ye. Gelek bi kuştinê tune nabe. Her wê şoreş bi ser bikeve û ev hewldan dê têk biçin. Şoreşa Rojava her wê bi pêş ve here. 'CÎHAN LI HEMBERÎ ÎRADEYA ROJAVAYÊ MATMAYÎ MAYE' Tawîzên dewleta Tirkiyeyê dide çi dibe bila bibe, axa li Şehbayê dagir kiriye ji ber axa vî welatî, miletî û pêkhateyan e, dê neyê qebûl kirin. Gel dê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk bêdeng nemîne. Xwediyê hêz wê xwediyê wê erde be. Çi bi hêza me ya civakî, çi bi hêza me ya rêxistinî, çi bi hêza me ya eskerî dibe, em ê li hemberî bisekinin. Îro cîhan hemû li ser vê îradeya Rojava ya leşkerî, siyasî, dîplomasî, rêxistinî, civakî û sazîbûyin matmayî maye. Bi rastî jî modeleke herî qenc ji bo pêşeroja Sûriyeyeke demokratik federal û wekhev e. *Koalîsyona Navneteweyî ya di pêşengiya Amerîka de li hemberî lihevkirina Rûsya, Tirkiye û Îranê xwedî çi helwest e? Tirkiye endamekî NATO’yê ye. Niha Tirkiye ji nakokiyên di navbera Amerîka û Rûsyayê de sûdê werdigire. Dixwaze peyama, “Alternatîfên te hene. Eger tu hinekî jî li gorî berjewendiyên min tevnegerî, ez ê bikaribim li şûna te, koalîsyoneke din ava bikim û di navê de jî cihê xwe bigirim” bide Amerîkayê. Niha Tirkiye ne bi serê xwe ketiye nava xaka Suriyeyê. Amerîka, Rusya û Suriye bi xwe jî ev yek erê kirine. Lê belkî Tirkiye jî hinekî ev hêzên cîhanê xiste xefikê. Tenê li ser deverekê li hev kiribûn, lê niyeta Tirkiyeyê derkete holê ku ne wisa ye. Lewre xwesteka wan împaratoriyê heye. Dixwaze derbasî bakurê Suriyeyê û Iraqê bibe û xeyalên xwe pêk bîne. Ev yek jî berjewendiyên navneteweyî tevlî hev kir. Têkiliyên Tirkiye-Amerîka, Tirkiye-Rusya, Tirkiye-Îran û Tirkiye-Suriye, ji nû ve li bin guhê hevdu ketin. Ji ber vê yekê jî Efrîn, Heleb, herêmê Şehbayê pir ne xema Amerîkayê ye. Amerîka tenê dixwaze heta avê (Firat) biçe. Armanca wan Cizîr, Reqa û deverên derdora wan deran in. Dîsa dinya di mijara gele kurd de, li ser maf û nasnameya kurd, çarenûsa pirsgirêka kurd de acîz e. Ji milekî ve çareserî çêbibe, wê bi kê re, çawa bibe. Qebûl bibe an na. Ji milê din ve bêyî gelê kurd jî nikarin çareseriyekê pêk bînin. Yanî li şûna bi vê hêzê re di nava danûstindinan de bin, li hin deveran pê re şer dikin, li hin deveran destên xwe jê dikişinin. 'EM LI GOR BERJEWENDIYÊN XWE YÎ ŞOREŞA ROJAVAYÊ TEVDIGERIN' * Ev helwest dibe sedema pirsa ‘gelo li gel vê yekê çima kurd bi Amerîka û Rûsya re tevdigerin’? Em îtimada xwe bi Amerîka û Rûsya ve gire nadin û ne li benda erêkirinên wan in. Berjewendiyên me yên Şoreşa Rojavayê çawa be, em li gorî wê tevdigerin. Ji ber vê yekê jî têkoşîn û berdêlan em didin. Yê ku berdêlan dide zarokên vî welatî ne. Ne kesên din in. Lê bêdengiya navneteweyî cihê şermê û xemgîniyê ye. Di milekî de dibêje ez hevkarê te me, di milê din de dibêje ez li wê herêmê ne hevkarê te me. Bi dijminê te re jî li hev dike û dibe alîkar. 'EM HÊVIYA XWE BI TU HÊZÊN DERVE VE GIRÊ NADIN' Rastiya hemû saziyên navneteweyî, çi saziyên mirovî dibin, çi jî yên din, di şexsê Şoreşa Rojava û Sûriyeyê de derkete holê. Evqas qirkirin, evqas tecawiz, evqas dagirkirin, evqas kuştin, xerabkirina bajaran pêk hat; lê li hemberî vê bêdengiyek û bêhêziyeke wan heye. Em dibînin di vê deme de tu rola van saziyan nemaye. Lewre îro bi milyonan zarok, kal û pîr, hatine qetilkirin, lê tu sazî li hemberî vê nabin bersiv. Ji ber vê yekê di vê merheleyê de baweriya me bi Konseya Ewlekariya Navneteweyî, Yekîtiya Ewropa, Neteweyên Yekbûyê an jî saziyên mafê mirovan tune ye. Niha dem dema rastiyê, pratîkê li ser vê axê ye. Em çiqas dikarin ji hêla siyasî, rêxistinî, leşkerî, civakî û aborî ve xwe temam bikin û li hemberî hemû siyaseta navneteweyî li ber xwe bidin. Em hêviya xwe bi tu hêzên derve ve gire nadin. *Çend roj berê Rûsya, Tirkiye û Îran civînek li dar xistin. Li gel kuştina Sefîrê Rûsyayê jî ev civîn nehate taloq kirin. Gelo piştî vê civînê li herêmê dê çi biguhere? Kujerê Sefîrê Rûsyayê ne kujerekî ji rêzê ye. Rasterast kesekî di nava tîmên taybet yên girêdayê ewlehiyê de ye. Ev nîşaneya, ev kuştin parçeyeke siyaseta AKP’ê ye. Îro yê ku agirê Rojhilata Navîn gur dike, AKP bi xwe ye. Ev hêzên ku heta îro AKP’yê li wan xwedî derdiket û piştgirî dida wan diyar e, dem dem ji kontrolê jî derdikevin. Ji bo vê yekê em berpirsiyariya yekemîn a vê kuştinê di AKP’yê de bibinin. Piştî vê kuştinê Tirkiye yekser tawîz dane Rûsyayê. Ji bo gengeşiyên di dema xistina balefirê de, dernekevin gelek tişt kir. Piştî vê kuştinê ev civîna ku çêbû jî di bin vê tesîrê de pêk hat. Di wê civînê de tu pêkhate û siyasetên Suriyeyê tune bûn. Em dizanin ev hewldan jî dê negihîje tu armancê. Lewre beriya wê li Ewropa jî (Civînên Cenewre) pêk hatin û tu encam ji wan derneket. Ev hewldan jî ji ber nûnerên vî welatî tê de tune ne, dê tu encamên xwe çênebin. Di van civînan de dê Tirkiyeyê bi polîtîkayên xwe razî bikin. Di dawiyê de rewşa Tirkiyeyê wê hêj xerabtir bibe. Heta demekê dê ev tifaq û lihevkirin çêbibin; lê piştî merheleyekê şûn ve dawiya Seddam Huseyin çawa bû dê ya Erdogan jî wiha be. 'PLANÊN WAN Î LI ROJAVA Û SÛRIYEYÊ BÊHIKUM IN, BAB TÊKÇÛYÎNA TIRKIYEYÊ YE' * Niha dewleta Tirkiyeyê li gel hin koman êrîşî Babê dike. Li wir rewş çî ye? Tirkiye bi artêşa xwe ve ev xak dagirkiriye. Lê wisa ne hêsan e. Gelek windahiyên artêşa Tirkiyeyê li Babê hene. Çapemeniya Tirkiyeyê ji ber di destê Erdogan de ye, tu kes ji rastiyê agahdar nabe. Lê li vir têkçûnek heye. Em dibînin û dizanin darbeyên giran dixwin. Ev herêma ku dixwazin dagir bikin ji wan re dibe goristan. Çiqas bi hêzên cîhanê re li hev bikin jî ew li hev kirin li vêderê bêhikûm dibe. Gelê Suriyeyê xaka xwe ji Tirkiyeyê re bernade. Bab wê dawiya têkçûna dewleta Tirkiyeyê û Erdogan be. * Hûn çareseriya pirsgirêka Suriyeyê di çi de dibînin? Weke xeta sêyemîn li Suriyeyê di şexsê Şoreşa Rojava de me xwe diyar kir. Ew jî projeya me ya Rêveberiya Xweser e. Wek Federaliya Bakurê Suriyeyê û giştî ye. Suriye ancax li hemû deverê welat bi awayekî adilane, bi Sûriyeyeke demokratik û federal dikare pêşeroja xwe diyar bike. Li ser vê yekê jî têkoşîna me berdewam dike. Daxwaza me ew e ku hemû gelên Sûriyeyeyê; pêkhate û baweriyên welêt; hêzên leşkeri û siyasî li hev kom bibin û bê şer, bê kuştin û xirabkirinê pirsgirêkê çareser bikin. Ji bo Sûriyeyeke demokratîk, federal û wekhev ev şert e. 'BERXWEDAN JIYAN E' * Herî dawî gotineke we hebe fermo? Berxwedan jiyan e. Ji bo vê yekê em li ber xwe bidin û dijîn. Çi dibe bila bibe ji bo fikr û felsefeya azad, ji bo parastina xeta sêyemîn em ê têbikoşin. Dibe em zehmetiyan bikişînin; lê dawiya dawî serkeftin e. Lewre roj bi roj em vê yekê dibînin. Abdurrahman Gok - dîhaber