Nahsan: Kesên ku hêza civakê hesab neke dê têk biçe 2016-11-14 09:02:00 ERDOGAN ALTAN KOBANÊ- Endamê Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Îdrîs Nahsan, têkildarî şerê li Rojava pêş dikeve, polîtîkayên hêzên navneteweyî yên li Rojava pêş dikeve û êrîşên hikûmeta Tirkiye yên li Rojava nirxandinên berfreh kir. Nahsan, destnîşan kir ku kesên hêza civakê û rêxistinên herêmî esas û muxatab negirin dê têk biçin. * Piştî 19'ê Tîrmehê li Rojava çi dibe Tirkiye dixwaze çi bike? Niha tiştên li Rojava hat avakirin, destpêkê rizgarkirina heremên kurdî ji Kobanê destpê kir. Piştî 19'ê tîrmehê, bi avakirina Rêveriya Xweseriya Demokratîk, bi berdewamiya wan ragihandina Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Suriyê hat kirin. Ev yek ji bo dewlet û hêzên wekî Tirkiye ku pergala federaliyê ya hemû pêkhateyan hembez dike, qebûl nakin têkçûnek e. Niha hikûmeta Tirkiye bi riya çeteyên di bin navê Artêşa Azad kom kiriye li hember pergala federaliya demokratîk a ber bi ragihandinê ve diçe, derdikeve û şer dike. Ji ber ku ev hêz û Tirkiye eger ev reng û pergala ku hemû gelan di nava xwe de dihewîne li van herêman pêk bê, di hûndirê Tirkiye û bakur de jî ev daxwaz bê kirin. Ji ber ku niha gelên heremê vî pergalî diecibîne, qebûl dike û em dizanin hemû pêkhate û kurdên ku diqêrin dê doza mafê xwe bikin. Ji ber vê yekê destpêkê dixwaze vê fikir û pergalî di vir de biperçîqîn e. Lê hêzên şoreşger ên wek e QSD'ê ku ji nava gel hatine avakirin û berevaniya gelan dikin, heta niha berxwedana dike biserkeftî ne. Ji ber vê yekê jî ew êrîş û hewildanên dagirkirina heremên bakurê Suriyê ya Tirkiyê wê têk biçe. * Armanca Tirkiye ya ku êrîşî Erfîn û nokteyên QSD'ê dike çiye? Lê ligel vê yekê tiştê ku ne ligorî baweriya me ye, ew bêdengiya koalisyon ku serkêşiya wan Amerîka dike û Rusya ye. Ji ber ku ev helwest li hember civaka navnteweyî ye, Tirkiye êrîşên noqteyên QSD û hêzên şoreşger dike. Her wiha cihên sivîlan bombebaran dike. Dîsa topbaranê li ser Efrînê dike. Ev plana ji bo guherandina demografiya civak û heremê ye. Ev hemû ji bo me cihê pirsê ne. Ev yek jî rê dide teror mezin bibe. Dema ev yek çêdibe jî hûn dibînin li Ewropa li welatên din teqîn pêk tên, komkûjî pêk tên. Lê dema rê nadin van hewildan û teroriyê aramî çêdibe. Ji ber vê jî em dibêjin pêwîste sazî û tezgehên civaka navneteweyî, serkêşên koalisyonê erka xwe bicih bînin û divê rê nedin van êrîşan. * Tirkiye diyar dike ku li Rojava li hemberî DAIŞ'ê şer dike. Gelo çiqas li dijî DAIŞ'ê û çiqas li dijî QSD'ê şer dike? Diyar e ew bombebaranên ku Tirkiye pêk tîne, li gor agahiyên ji me re hatine heta niha nêzî 70 bombebaran li hemberê hêzên QSD û hêzên şoreşger ên li Şehbayê kiriye û li hemberê DAIŞ'ê jî 7 noqteyan bombebaran kiriye. Li ser vê jî di manşetên ragihandinên xwe de jî vî didin pêş. Yanî dibêjin me 7 noqteyên DAIŞ'ê bombebaran kiriye. Lê 7 li ku 70 li ku. Ger bala we kişandibe hêzên civakî yên navneteweyî wek e Neteweyê Yekbûyî (NY) di rapora xwe de dibêje heta niha hêza ku li hemberê terorê an go DAIŞ'ê ya herî xûrt dike hêza QSD'ê ye. Lê Tirkiye 70 caran êrîşên noqteyên QSD'ê kiriye û tenê 7 caran a DAIŞ'ê dike. Ev jî dide nîşandan şerê Tirkiye dike ne şerê li hemberê terorê an go DAIŞ'ê ye, şer şerê ji bo berjewendiyên xwe ye. Yanî Tirkiye rast e rast vekirî, dixwaze ew pergala federaliyê ya berçav, têk bibe. Niha dixwaze di bin navê êrîşa li ser terorê, pergala federaliyê têk bibe. Bi vê ve jî girêdayî dixwaze heremekî ku êdî aîdê wî be, an jî heremekî tampon çêbike ji bo ji wir dernekeve. Yanî ev êrîşên dagirkerî ya Tirkiyê, ne ku ji bo DAIŞ'ê ji sînorê xwe dûr bixe ye. Eger wisa bûya, beriya çeteyên ku Girkê Legê, Girê Spî û heremên li ser sînorê bakur û rojavayê, di destê çeteyan de bû. Çima di wê demî de hewildanek wisa tunebû, dev ji hewildanê berde, dijberê wî alîkariyê dide çeteyan. Yanî hêj di wî demî de karibû DAIŞ'ê derxistibûya, lê ji ber meqsed û armanc ne DAIŞ'e, piştî rizgarkirina van heremên li ser sînor, Tirkiye êrîşan pêk anî û her çiqas çû van êrîşan jî dijwartir dike. Gelek caran jî li ser sînor, hemwelatiyan gulebaran dikin û êrîşên noqteyên YPG/YPJ'ê û QSD'ê dikin ji bo ew jî bersiv bidin û di bin navê parastinê de hewildana xwe ya dagirkirina Rojava bike. Heta beriya demekî rojnamevanekî Ewropî bû bi emîrekî çeteyên DAIŞ'ê re hevpeyvînê çêkiribû, ew bi xwe digot 'Em ne li hemberê Tirkiyê ne, dema em li Girê Spî bûn, alîkariya lojîstîk, sîleh û her wiha weke din dikir'. Ev yek ketiye rapora NY jî. Ev yek careke din derewandina Tirkiyê ya ku dibêje em li hemberê DAIŞ'ê şer dikin e û rûyê rast a Tirkiyê nîşan dide. Şerê wan li hember statuya Rojava ye, şerê wan li hember federaliyê ye. * Li ser daxuyaniya Erdogan a dibêje "Em ê Babê bigirin, Minbicê jî bigirin û derbasî Raqqayê bibin" baş e li gor we dema mirov li konjoktura hêzên heremê û rewşa hêzên navneteweyî dinêre, tiştekî wisa mimkûn e? Bi taybetî dema mirov li dagirkirina Cerablus a ji hêla Tirkiyê ve dinêre, ji xwe Emerîka û Rusya çavê xwe girtibûn û pêşveçûna Tirkiyê ya li herêma Şehbayê ve jî sedema xwe ji lawaziya Amerîka û Rusyayê ye. Ji ber ku em dizanin demeke daxwaz û hewildana Tirkiyê hebû ku derbasî van herêman bibe lê van hêzan erê nekiribûn û nedihiştin. Ji ber vê yekê niha wan çavên xwe ji derbasbûnê re girtin. Niha jî daxwaza firehkirina qontrola xwe dike, doza 5 hezar kîlometre firehkirinê dike, dixwaze herêma Şehba hemû bigire û derbasî alê Raqqayê bike. Lê ev hêzên koalisyon û Rusya destûrê bidin jî dê ev xwesteka Tirkiye li hemberê berxwedana gelan ne bawerim biser bikeve. Ji ber ku heremekî ku gelê wî berwwedanê nîşan bide, çi hêz dibin bila bibin dê nikaribin heremê dagir bikin. Gelê heremê, bi hemû pêkhateyên xwe tevlî nava QSD'ê bûne, ev jî dide nîşandan ku hêza herî zêde şerê çeteyên DAIŞ'ê dike, ev pêkhate û gel in. Yanî çi dibe bila bibe hêza esasî hêza ku ji nava gelan hatiye avakirin tê biser bikeve. Ji ber vê yekê jî ez bawerim ew hêzên navneteweyî, koalisyon di firqa vê yekê de ne û ji wî xemsariya xwe hişyar bibin û dê nehêlin Tirkiye heremê dagir bike. * Tirkiye bikeve Babê wê çi bibe, wê çi biguhere? Em bala xwe bidineyê, dema Tirkiye û çeteyên herêmê Cerablûsê dagir kirin, di nava çend seatan de îlan kirin ku wan Cerablus standiye. Ev dide nîşandan ku hevkarê hevbûn, DAIŞ'ê di wir tenê navê xwe guherandin û di wir de man e. Çi li Cerablusê guherî heke Tirkiye Babê dagir bike wê ewqas biguhere. Bêguman wê bandorekî xwe ya neyînî li ser civakê bike. ji ber ku niha mejiyê di Cerablusê de, pêkûtiyên li ser gelên Cerablûsê neguheriye. Wê xirabkirin çêbibe, zêdetir li ser heremê bixwazin zilm û zordariya xwe zêdetir bikin. Her wiha dê teror li tevahiya cîhanê serê xwe rake û êrîş ne tenê li ser bajar û bajarokên me wê êrîş li ser peytextên welatên cîhanê jî bê kirin. Ji ber her çiqas biçe dê ev dagirkerî di nava hevpeymana bi terorê an go DAIŞ'ê re bê kirin. Li hember çi li hember zêdetir teroriyê pêk bîne. Ji ber vê yekî ye em her tim dibêjin divê civaka navneteweyî piştgiriya xwe ya ji bo berxwedanê ya li heremê tê kirin bike û da ku terorîstî zêde nebe. Dagirkirina Babê ya ji hêla Tirkiyê ve wê pergala federaliyê ya ji hêla hemû civakên heremê ve hatî qebûl kirin, dê bi têkçûnê ve biçe, dîsa gihandina hev a her du kantonan zahmetir bibe, wê gef û metirsiyê li ser pêkhate û gelan bike, wê li hember guhertina demografiya heremê be ye. Lê ez ne bawerim ku Tirkiyê de karibe li hember pêkhateyan ku hêza berevaniya wan dike, plana xwe bi ser bixe. * Baş e eger Tirkiye hewildanek a li ser Babê kir, dê DAIŞ û rejîma Baas dê çi bikin, hêza rejîmê ya di wî heremî de çi ye? Bi rastî derbasbûna Tirkiye ya nav axa Suriyê de binpêkirina zagona navneteweyî ye. Pê ve girêdayî binpêkirina ewlehî û parastina serbixwe ye. Eger di hewildanekî Tirkiye ya wisa de, rejîm dengê xwe dernexe demek rejîmê vê yekê erê kiriye. Eger erê bike demek armanc û berjewendiyên rejîm, Tirkiye û hêzên din ên li hemberê civakê yên li heremê ne, wek hev e û digihijin hev. Yanî dema mirov lê dinêre rejîm jî naxwaze pergalekî ku hemû gel xwe di nav de dibînin ava bibe, ne tirkiye û ne jî hêzên din. Her çiqas nakokî navwan de derdiketin jî lê armanc û berjewendiyên wan wek hev e, her du jî li hember deskeftiyên gel û pêkhateyan in. Ji ber di ragihandinê de derket ku hêzên tirk û rejîmê di astekî nizim de û belkî di pêşerojê de ev ast bilind bibe, lihevkirin çêdikin. * Operasyona Musulê de gelek gengeşî derketin, hem di hêla dîplomasî, siyasî û leşkerî de, her hêz an jî dewletek ji bo bikeve Musulê li hemberê hev gefan xwarin û her yekî DAIŞ'a xwe xiste dewrê, yekê li Kerkûkê, hinekan jî êrîşê Şengalê kirin, gelo rewşa vir çi ye? Dema amadekarî ji bo operasyona Musulê dihat kirin, hemû cîhan li benda nûçeya rizgarkirina Musilê bû, ji ber her kes dizanibû têkçûna DAIŞ'ê ya di Musulê de deskeftiyek ji bo mirovahiyê be. Lê divê em vî rastiyî jî jibîr nekin, her çiqas her dewlet, ji bo terorîstiyê dikin jî lê em dizanin her kes li gor berjewendiyê xwe dikin. Yanî di bin navê têkbirina teroriyê, li gor berjewendiyên xwe tev digerin. Yanî ji bo yek ji wan jî ne xeme di wî heremî de gel koçber bû, civak wêran bû, civak perîşan bûye. Ne ji bo berjewendiyên civakê ye, ji bo berjewendiyên dewletan e. Yanî ew gengeşî û şerê siyasî ne ji bo civakê an jî rizgarkirina bajarekî ya ji çeteyan e, ew şerê wê kî qontrol bike, yanî wê kî para herî mezin bigire ye. Eger şer şerê para mezin be an jî wê kî qontrol bike be, dê encamên xwe jî ku me niha got yanî wêrankirina civakê be. Ev tiştên ku li Kerkûkê, tiştên li ser Şengalê pêk tê, ev e. Li alê din jî hin hêz hene ku naxwazin ew çete, hêzên terorîstî têk biçe ye. Dema em li van hemû rewş û gengeşiyan dinêrin, em dikarin bibêjin her hêzek an jî dewletek ji xwe re DAIŞ'ek ava kiriye û li hemberê civak û pêwîst bike li hemberê hev bikar tînin.