‘Armanca Tirkiyeyê ne li dijî DAIŞ’ê, şerê li dijî kurda ye’ 2016-11-14 09:07:04 STENBOL- Endamê rêxistina civaka sivîl a alman Connectîon e.V. Rûdî Frîdrîch têkildarî helwesta Tirkiyeyê ya ji bo mudaxileya şerê navxweyî yê Sûriyeyê wiha got: “Şerê li Sûriyeyê, di asasê xwe de şerekî qada navnetewî ye. Hikûmeta Tirkiyeyê jî dixwaze beşdarî vî şerî bibe. Ev pir eşekere ye ku, armanca wê ne DAIŞ’e. Armanc şerê li dijî komên kurd e." Rûdî Frîedrîch, endamê rêxistina civaka sivîl a Connectîon e.V. ya ku bi xebatên xwe yî li dijî şer tê zanîn, ji bo şopandina doza Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci, Nivîskar Ahmet Nesîn û Nûnerê Rojnamegerên Sînornenas (RSF) ê Tirkiyeyê Erol Onderoglû yên ku ji ber rojekê Gerînendetiya Weşana Giştî ya Nobedar a Rojnameya Ozgur Gundemê kiribûn û der barê wan de doz hatibû vekirin bişopîne, hat Tirkiyeyê. Frîedrîch der barê pêvajoya êrîşkar a Tirkiyeyê ji dîhaberê re axivî. ‘LI BAJARAN BIKARANÎNA TANGAN TÊ WATEYA LI DIJÎ GEL' Frîedrîch got, ew der barê Tirkiyeyê de ev 20 sal e dixebitin û di vê çarçoveyê de ew meha Nîsanê bi delegasyoneke navnetewî re çûne Cizîr û Amedê. Frîedrîch wiha axivî: “Em di vê xebata xwe de bi gelek organîzasyonên navnetewî re hatin gel hev. Me der barê qedexya derketina derve de agahî wergirtin. Eger li hêlekê milîtan hebin û li hêlekê jî artêş hebe, encamên vê dê gelek giran bin. Ji ber vê gel jî neçar me herêmê biterikîne. Li bajaran bikaranîna tangan, bi rastî jî ew tê wateya li dijî gel.” ‘BAJAR VEGERIYAN CIHÊ LÊ NAYÊ JIYÎN' Frîedrîch balê kişand ser şerê li bajaran û wiha axivî: “Em hîn bûn ku, komên kurd jî beriya qedexya derketina derve ji bo pêşî li mudaxileya leşkerî ya li bajaran bigirin tevgeriya ne. Komên ciwanên kurd, li gor artêşê di pozîsyoneke lawaz de bûn. Di encama tenasubên cidî de, gelek mirovan jiyana xwe ji dest da. Bajar veguherîn ew cihê ku êdî lê nayên jiyîn.” Frîedrîch, têkildarî pêwendiya wan î fermî ya bi Tirkiyeyê re axivî û got, wan bi parlementeran re têkilî danîne, lê tu têkilya wan bi hikûmeta Tirkiyeyê re çênebûye. ‘EM Ê JI BO PIŞTEVANIYA SIVÎL HEWL BIDIN' Frîedrîch der barê xebatên wan î di pêvajoyên pêş de yên têkildarî Tirkiyeyê axivî û wiha got: “Li welatên cuda xebatên me didomin. Xebatên me yî têkildarî pêvajoya pevçûnî ya Tirkiyeyê de jî didomin. Em ê di vê biharê de hewl bidin ku piştevaniya sivîl bikin. Di vê mijarê de têkiliya me bi rêxistinên ku di qada navnetewî de dixebitin re heye. Ji ber vê, em bi rewşa başûrê rojhilat ê Tirkiyeyê re jî eleqedar dibin.” 'ARMANCA TIRKIYEYÊ YA LI SÛRIYEYÊ LI DIJÎ KURDA YE' Frîedrîch anî ziman ku, li herêmên ku nelihevkirinên çekdarî hene xebatên wî didomin û têkildarî tewrê Tirkiyeyê yê ji bo mudaxiilya şerê navxweyî yê Sûriyeyê jî axivî. Frîedrîch wiha domand: “Şerê li Sûriyeyê, di asasê xwe de şerekî qada navnetewî ye. Hikûmeta Tirkiyeyê jî dixwaze beşdarî vî şerî bibe. Me berê dît ku Tirkiye piştevaniya DAIŞ’ê dike. Ev pir eşekere ye ku, armanca wê ne bi DAIŞ’ê, li dijî komên kurd şer bike.” Frîedrîch diyar kir ku, pirsgirêk bes bi Sûriyeyê re ne sînor kiriye û wiha got: “Bi ya min tişta herî girîng a ku em ê li Almanyayê bikin, divê li dijî tedarikiya çekan a ji bo şerê nav xweyî yê Sûriyeyê be. Ji ber vê divê em bi rêya muzakerayan, ji bo pêkanîna aşitiya di navbera koman de bixebitin.” ‘DIVÊ LI TIRKIYEYÊ MAFÊ REDA WÎJDANÎ BÊ NASIN' Frîedrîch herî dawî balê kişand ser tekoşîna redkarên wijdanî û wiha got: “Divê bê zanîn bi sed hezaran mêrên li Tirkiyeyê leşkeriyê bikin hene. Hin jî ji ber li dijî pergala leşkeriyê n, naxwazin vê hezîmetê bi cih bînin. Divê reda wijdanî ya van kesan bê naskirin.”