Kaboglu: Li cihê ku azadî nebe qanûna bingehîn nayê çêkirin 2016-11-14 09:17:28 STENBOL- Hiqûqnasê Qanûna Bingehîn Prof. Dr. Îbrahîm Ozden Kaboglu diyar kir ku di rewşa OHAL'ê de nîqaşên qanûna bingehîn rewa nîne û di şert û mercên ku azadî tuneye jî qanûna bingehîn nayê çêkirin. Piştî helwdana darbeyê ya 15'ê tîrmehê ku rêveberiya awarte (OHAL) hat îlankirin, Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (KHK) hatin weşandin û saziyên çapemeniyê jî di nav de gelek sazî hatin girtin ev yek pirsa gelo dê OHAL çiqas bidome tîne hişê mirovan. Hiqûqnasê Qanûna Bingehîn Prof. Dr. Îbrahîm Ozden Kaboglu, girtinên bi KHK û dirêjkirina OHAL'ê nirxand. Prof. Kaboglu wiha got: "Serokwezîr bênavber bi qanûna bingehîn ve mijul dibe. Tu berpirsyarî û erka serokwezîr a bi vî rengî tuneye. Ger ku KHK'ê derdixin wê demê rastbûna KHK'an jî bê lêkolînkirin." Kaboglu îmzeya serokwezîr a di KHK'an de bi bîr xist û diyar kir ku di qada ku tu erk û berpirsyariya hikûmetê nîne de îcraet tên kirin. 'HEKE WISA BIDOME RAKIRINA OHAL'Ê DÊ ZEHMET BE' Kaboglu destnîşan kir ku bi KHK'an ve vegera rewşa asayî ya welat zehmetir dibe û nirxandina "Heke wisa bidome ev yek dê rakirina OHAL'ê zehmetir be" kir. Kaboglu girtina 370 komeleyên bi KHK'ê ve jî nirxand û diyar kir rawestandina xebatên komeleyan pirsgirêk e û wiha berdewam kir: "Tu eleqeya van komeleya bi FETO re nîne. Li gorî çi û heta kengî xebatênv an dan rawestandin. Divê li ser esasê rêgeza vekirîbûnê vî aşkera bikin." 'NÎQAŞ Û XEBATA QANÛNA BINGEHÎN NE REWA YE' Kaboglu diyar kir ku li Tirkiyeyê beriya 15'ê tîrmehê qirêjiya agahiyê ya qanûna bingehînî hebû nirxandina "bi OHAL'ê re ev zêdetir bû" kir. Kaboglu got ku li Tirkiyeyê raya giştî yekî qanûna bingehînî nîne û ji bo ev raya giştî ava bibe şert û mercên azadiyê tuneye, li cihê ku azadî tunebe jî qanûna bingehîn nayê çêkirin. Kaboglu wiha axivî: "Nîqaş û xebata qanûna bingehîn a ku ez dibînim rewa nîne. Ev ê jî dê riya nîqaşên ku salên demdirêj berdewam bike rê vedike. Divê li hemberî xabetekî bi vî rengî bê derketin." Kaboglu di dawuya nirxandina xwe de têkîldarî îhtîmala hilbijartinê jî got ku divê ewil OHAL bê rakirin.