'Quralên qanûnçêkirinê yên AKP û MHP'ê tên çêkirin' 2016-11-21 09:08:52 STENBOL- Parêzer Ergîn Cînmen diyar kir ku qanûna bingehîn a ku yek peymanekî civakî ye yek jî aliyên herî girîng nûnerên kurdan nebin nikare bê çêkirin û wiha got: "Ev dê bibe quralên qanûnçêkirinê ya senteza tirk-îslam a MHP û AKP'ê. Ev ne qanûna bingehîn e, menzumeya quralan e." Nîqaşên çêkirina qanûna bingehîn a nû di şertên rêveberiya awerte (OHAL) de pirsnîşanan di hişê mirovan de çêdike, vê bi xwe re nîqaşên ku ev qanûna bingehîn dê çiqas demokratîk be jî tîne. Dİ xebatên çêkirina qanûna bingepîn a nû de HDP a ku hevserok û parlamenterên wî girtî ne dê cih negire. Têkîldarî hewldan û nîqaşên çêkirina qanûna bingehîn a nû parêzer Ergîn Cînmen axivî. 'DEM DEMA ÇÊKIRINA QANÛNA BINGEHÎN NÎNE' Cînmen destnîşan kir ku atmosfera li Tirkiyeyê ya ku "qanûna bingehîn bêçêkirin" nîne û sedema vê yekê jî bi pêvajoya piştî 15'ê tîrmehê ve girêda. Cînmen komeleyên ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê (KHK) ve hatine girtin,t televîzyonên hatine girtin, rojnamegerên girtî bi bîr xist û diyar kir ku devê civakê hatiye girtin. Cînmen di berdewamê de wiha got: "Heke qanûna bingehîn peymanekî civakî be, di sosyolojiya Tirkiyeyê de yek ji aliyê herî girîng welatiyên kurd in û hevserok û parlamenterên tevgera siyasî ya kurd niha girtî ye. Heke ku qanûna bingehîn peymanekî civakî be yek ji aliyê herî girîng li holê tuneye. Başûrêrojhilatê Tirkiyeyê hatiye xirakirin. Di van şertan de ne pênaseya qanûna bingehîn dikare bê kirin ne jî referandûm. Heke ev bê çêkirin jî vv dê bibe quralên qanûnçêkirinê ya senteza tirk-îslam a MHP û AKP'ê. Ev ne qanûna bingehîn e, menzumeya quralan e. Ev dê civakê temsîl neke. Dema ku qanûna bingehîn ji aliyê civakê ve neyê pebûlkirin dê emrê wî dirêj nebe. Dê piştî demekî dîsa bikeve lêgerîna çêkirina qanûna bingehîn." Cînmen anî ziman ku ev tevlî gotinê Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu ku dibêje di van şertan de qanûna bingehîn nayê çêkirin. 'DARAR TU CARAN SERBIXWE NEBÛ' Cîmen desnîşan kir ku li Tirkiyeyê tu caran dê daraz serbixwe nebe û daraza bilind endamên HSYK'ê nîvê wanj i aliyê serokokar nevê wan jî dê ji aliyê meclîsê vê bên diyarkirin ev tablo dê bibe mijara mîzahê. Cîmnek got ku heke ev rêbaz pêk bê dê daraz rasterast girêdayî îxtîdara siyasî be. Cînmen têkîldarî sîstema serokdewletiyê jî got ku Tirkiye ne tenê sîstema serokdewletiyê nikare tiştekî jî rake ji bo çêkirina qanûnekî bingehîn atmosferekî siyasî ya sakîn pêwîst e, di şertên şer de qanûna bingehîn nikare bê çêkirin heke bê çêkirin jî dê di demeke kin de hikmê xwe winda bike. Cînmen got ku ji bo qanûna bingehîn di maseya ku bê danîn de divê tevgera siyasî ya kurd jî rûnê. 'OHAL DÊ DEMDIRÊJ BIDOME' Cînmen têkîldarî pêwîstiya qanûna bingehîn a nû de jî wiha axivî: "Pirgisêra rewabûna wî qanûna bingehîn heye. Ji ber ku aliyên peymana civakî tuneye. Rêxistinên civakî yên demokratîk, rojnameger di hepsê de ne. Devê civakê hatiye bantkirin. Guhên wan ker e ji ber ku çapemeniya wan tuneye em her roj van dibînin. Dema ku hûn televîzyonan vedikin di çapemeniya navendî de hebûna du kanalan li Tirkiyeyê mirovan temsîl nake." Cînmen têkîldarî dirêjkirina OHAL'ê jî diyar kir ku ev rewş tişta ku li welatên paşvemayî daxwaza îxtidaran e ji ber ku di OHAL'ê de rola meclîsê hatiye rawestandin, dengêh muxalîf hatine qutkirin, ji ber vê yekê jî dê demdirêj bidome, rewş vî nîşan dide.