HDP'ê pêvajoyê bi gel re nîqaş dike 2016-11-22 16:26:21 ÇEWLÎG- Parlamentera HDP'ê Besîme Konca li Çewlîgê di civîna gel de axivî û diyar kir ku ev civînê ku bi gel re li dar dixin dîrokî ne, wan xwestine ku pêvaoyên bi vî rengî dîrokî û krîtîk bi gel re nîqaş bikin. Civînên gel ên ku HDP'ê piştî binçavkirin û girtinan daye destpêkirin li Çewlîgê berdewam kir. Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Besîme Konca tevlî civîna gel a li avahiya DBP'ê ya Çewligê hat lidarxistin bû. Piştî rêz girtinê daxwaz û pêşniyarên gel hatin girtin. Parlamentera HDP'ê Besîme Konca li vir axivî û diyar kir ku ew bi saya kesên ku têkoşîna azadiyê dane hatine cem hev û ew ê serê xwe netewînin û têkoşîna xwe bidomînin. Konca destnîşan kir ku ev civînên ku dane destpêkirin dîrokî ne û dê bidomînin. Konca anî ziman ku wan xwestine pêvajoyên dîrokî û krîtîk bi gel re nîqaş bikin, bi saln bi gel re siyaset kirine dê niha şunde jî wisa bikin. Konca wiha berdewam kir: "Em dixwazin siyaseta xwe xurtir bikin. Li Tirkiyeyê pêvajoya herî zehmet dijîn. AKP civaka Tirkiyeyê û siyasetê serobino dike, dixwaze siyaseta demokratîk tune bike. Li dijî vî feraseta faşîst û pêkûtîker wekî gel fikrê xwe gotin û berxwedan ji bo me gelekî girîng e." 'JI BER KU EM XURT IN ÊRÎŞ DIKIN' Konca got ku gelê kurd xerîbû faşîzmê nîne û wiha axivî: "Kurdan tu caran bawerî bi dewletê neanîn. Tiştek jî nexwestin. Ev bêrûmetî qebûl nekirin. Kurd êdî kurdên berê ninin, hemû cihan dengên wan dibihîzin. Rojhilata Navîn di serî de hemû cihan li ser b erxwedana kurdan rojevê nîqaş dikin. Dîsa dewlet heke êrîşî kurdan dike ev nîşan dide ku em çiqas xurt in."