ENQERE - Heyetek ji Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê bi HDP'iyan ve hat cem hev û geşedanên li Tirkiyeyê nîqaş kirin.
Heyetek ji Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê çû serdana Partiya Demokratîk a Gelan (HDP). Heyat ji aliyê parlamenterên HDP'ê Hişyar Ozsoy, Bedîa Ozgokçe û Meral Daniş Bêştaş ve hate pêşwazîkirin. Hevdîtin li salona civînê ya HDP'ê ya li Meclîsê hat lidarxistin.
Hevdîtinê qasî saetekî berdewam kir, heyeta HDP'ê der barê girtina hevserok, parlamenter, hevşaredaran û girtina saziyên muxalîf, rêxistinên civakî yên sivîl û çapemeniyê de agahî da heyeta KE'yê. Heyeta HDP'ê têkîldarî biryara KE'yê ku ji bo Tirkiye ji nû ve bê şopandin de jî nêrînên HDP'ê parve kir.
Di heyeta KE'yê de Mogens Jensen, Anne Brasseur, Deborah Bergamini, George Loucaides, Josette Durrieu ve Kelly Tolhurst cih girtin.