ENQERE - Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrikulu Kemal Kurkut ê di Newroza Amedê de ji aliyê polisan ve hat kuştin ji Serokwezîr pirsî û got: "Li Qada Newrozê ku bi sedan polîs lê bû çima bi saxî nehat girtin û çima hat kuştin?"
Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrikulu, têkildarî kuştina Kemal Kurkut ê di Newroza Amedê de ji aliyê polîsan ve hat kuştin pirsname da Serokwezîr û xwest bibersivîne. Tanrikulu, diyar kir ku di Newroza 21'ê Adarê ya Amedê de Xwendekarê Zanîngeha Înonu Kemal Kurkut ku xwest Newrozê pîroz bike ji aliyê polîsan ve hat kuştin û wiha got: "Di daxuyaniya fermî dehat îdîakirin ku Kemal gotiye 'Di çantê min de bombe heye. Ez dê we tevan bikjim' û kêr li polîsan kişandiye. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku bi şika bombeya zindi polîsan mudaxale kiriye. Lê di wêneyan de tê dîtin ku li ser Kemal Kurkut çante tune. Nîv tazî ye û tenê kêr li ser wî heye. Dîsa tê gotin ku polîsan kartên wênekêşên rojnaemgeran tev jê biriye.
Tanrilikulu ji bo Yildirim bibersivîne ev pirs pirsîn:
* Li gel ku tazî ye û di destê wî de kêr heye çima daxuyaniya "Di çantê wî de bombe hebû ' hatiye dayîn?
* Kemal Kurkut ê tazî bû û dikaribûn bi saxî bigirin çima bi saxî negirtin. Çima kuştin?
* Polîsan çima kartên wênekêşên rojnamegeran ji wan stent û wêneyên wan paqij kirin. Ev îdîa rast e?
* Polis bi jêbirina wêneyan têr nebûne û forman kişandine kartên wênekêşan. Ev rast e?
* Di navbera 2002-2017'an heta 22'ê Adarê li tevahiya Tirkiye çiqas welati ji aliyê polîsan ve bi kijan hincete hatine kuştin?
* Piştî Kemal Kurkut hat kuştin der barê çiqas polîsan de lêpirsin hat vekirin. Der barê çiqas polîsan de biryara bê şopandinê hatiye dayîn?
* Der barê çend polîsan de piştî lêpirsînê doz vebûye û çiqas polîs hatine cezakirin?