Waye ji Edîrneyê heta Amedê kampanyaya 'Na' ya HDP'ê!

ENQERE - KCD, HDK, TJA, HDP û DBP ku bi ruhê Newrozê xebatên referandumê didomîne li 15 bajarên cuda mîtîngên herêmê, li 7 herêman li 66 bajar û navçeyan jî pêşwazîkirin, konvoy û hevdîtinên gel dê pêk bîne. Starta xebatê dî li Edîrneya ku Demîrtaş girtî ye û Kandiraya Fîgen Yuksekdag û parlamenter girtî ne bê dayîn.

Ji bo referandumê demeke kurt ma, ji ber vê yekê jî eniya demokrasiyê ya Tirkiyeyê bi tevgera siyasî ya kurd re bermaneyên xwe yên xebatê zêdetir kir. Bernameya ku ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgara Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) dê di 29'ê Adarê de li Edîrneya ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş girtî ye û li Kandiraya ku Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag û parlamenter girtî ne bi pêşwazîkirinê starta xebatan bê dayîn. Li Edîrne û Kandirayê Hevserokên Giştî yê HDP'ê û parlamenter dê bi wesayîtên hilbijartinê ve bên silavkirin, bi pêşwazîkirin, konvoy û mîtîngan ve li Amedê di 15'ê Nîsanê de mîtînga fînalê ve bi dawî bibe.

'EM Ê BO DIJÎ PÊKÛTIYAN BIBÊJIN NA'

Bernameya ku hate amadekirin ji hemû rêxistinên HDP'ê re hatin şandin, dîsa ji hevparan re jî hate şandin. Di giştînameya tê gotin "Ji 2015'an heta niha têkoşîna ku em li dijî j'Rêveberiya yek zilam' dimeşînin di pêvajoya referandumê de jî bi rêxistinkirina Na ve didomînin" û nirxandina "Na pêşerojeke demokratîktir, azad û wekhev e û em polîtîkaya xwe ji hemû civakê re vedibêjin û têkoşîna xwe xurt dikin" hate kirin. Di giştinameyê de balê dikişînin li ser êrîşên li dijî tevgera kurd û hêzên demokratîk û wiha tê gotin: "Li dijî van êrîşan di xeta Na de israr ji bo jiyaneke nû ye."

'NEWROZ BERPIRSYARIYÊ DIXE LI SER MILÊ ME'

Di vî mijarê de di giştînameyê de tê gotin ku di bin her şert û mercan de têkoşîn bê meşandin û wiha berdewam dike: "Newroza ku me li pey xwe hişt ji Tîrmeha 2015'an heta niha qatlîamên ku tên kirin, qirkirinên siyasî, pêkûtî û zilma ku hate kirin bêwate kir. Gelê me xwedî li îradeya xwe û pêşeroja xwe derket û ji bo me nûnerên siyasî jî peyama ku divê di pêş de bin, aktîf bin da. Em bi rêxistinên xwe yên têkîldar ve peyam nirxandiye û plansaziyên pêwîst derxistiye."

'EM Ê LAYIQÎ SEKNA GELÊ XWE BIN'

Di giştînameyê de di çarçoveya bernameyê de tê xwestin ku ji niha ve mal bi mal, kolan bi kolan xebat bê maşandin û daxwaza "Divê em layiqî sekna gelê xwe yê ku em pêşengiya wan siyasî dikin bibin û xebatekî bi vî rengî bê meşandin" tê kirin.

JI TEKÎRDAGÊ HETA QERSÊ HDP LI HER DERÊ YE

Ji bo mîtîngên bernameyê de dê di demeke kin de serlêdan bê kirin. Ji bo bernameya referandumê ya gelek dewlemend e hevparên navborî dê ji Tekîrdagê heta Qersê bi dehan navendan dakevin qadan û kampanyayekî "Na" ya xurt bimeşînin. Ji bo bernameyê navên ku rêxistin bikin jî hatin diyarkirin. Parlamenterên HDP'ê, hevserokên rêxistinên HDP'ê. siyasetmedarên kurd hemû di bernameyê de cih digirin.

Bername li ser herêma Marmarayê û Kurdistanê ango li ser 2 herêman hate rêxistinkirin, li Ege, Akdenîz a Rojava, Çukurova, Anatolyaya Navîn peywirdarkirinên cuda û plansaziyên cuda hatin kirin.

MÎTÎNGA STENBOLÊ DI 9'Ê NÎSANÊ DE YE

Li Marmarayê di herêma 1'emîn de di 29'ê Adarê de li Edîrneyê start bê dayîn û di 30'ê Adarê û 7'ê Nîsanê de li Tekîrdag, Stenbol, Kocaeliyê bernameyên herêmî, pêşwazîkirin, konvoy bên kirin. Di 8'ê Nîsanê de li Kocaeliyê, di 9'ê Nîsanê de li Stenbolê mîtîngên navendî dê bê lidarxistin. Ahmet Turk, Fîlîz Kerestecîoglu, Gulîstan Koçyîgît, Berdan Ozturk, Serpîl Kemalbay dê beşdarî bernameyan bibin. Li heman herêmê di 10-15'ê Nîsanê de dîsa li Stenbol, Balikesîr, Çanekkaleyê bernameyên herêmî dê bên lidarxistin. Bêhtir dê Sirri Sureyya Onder beşdarî berdaneyan bibe.

DÊ PARLAMENTERÊN HDP'Ê YÊN GIRTÎ BÊN SLAV KIRIN

Di bernameya 2’emîn Herêma Marmarayê de dê di 29'ê Adarê de li Navçeya Kandira ya Kocaelî ku parlamenterên HDP'ê lê girtî ne start bide. Di navbera 30-31'ê Adarê de dê li Stenbolê şahiyên herêmî bên lidarxistin. Dê di 1'ê Nîsanê de jî li Bursa mîtîng bê lidarxistin. Dê parlamenterê HDP'ê Nimetullah Erdogmuş û siyasetmedar Yurdusev Ozsokmenler amade bibin. Di 2'ê Nîsanê de li Bûrsayê, di navbera 3-5 Nisanê de li Stenbolê, di 6'ê Nîsanê de li Sakarya, di 7'ê Nîsanê de li Yalova di 8'ê nîsanê de li Bursa dê şahiyên herêmî bên lidarxistin. Dê di 9'ê Nîsanê de li Stenbolê mîtîng bê lidarxistin. Di navbera 10-15'ê Nîsanê de dîsa dê li Stenbolê şahiyên herêmî bên lidarxistin.

HDP DÊ BI GIRSEYÎ DAKEVE EGEYÊ

HDP dê bi girseyî dakeve herêma Ege û Akdenîza Rojava. HDP dê di 29'ê Adarê de li Îzmirê bi şahiyek herêmî starta xebatê bide. Di 31'ê Adarê û 1'ê Nîsanê de li Mugla şahiya herêmî pêk bîne. Di 2'ê Nîsanê de li Aydinê dê mîtîngê pêk bîne. Dê Parlamenterên HDP'ê Nimetullah Erdogmuş, Aycan Îrmez dê amade bibin. Dê heta 3'ê Nîsanê bidrome. Dê di 4'e Nîsanê de li Manîsayê şahiyên heremî bê lidarxistin. Di 6-7'e nîsanê de li Îzmire dê şahiyên herêmî bên lidarxisttin. Dê di 8'ê Nîsanê de li Îzmirê mîtîngê pêk bînin. Dê Parlamenterên HDP'ê Ahmet Yildirim, Ertugrul Kurkçu, Pervin Buldan û Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu amade bibin. Di 9'ê Nîsanê de jî Parlamenterê HDP'ê Nadir Yildirim û Beyza Ustun beşdarî mîtînga Antalya bibin. di 10'e Nîsanê de li Antalya, di 11'ê Nîsanê de Denizli, di 12-15'ê nîsanê de li Îzmirê dê bernameyên herêmî bên lidarxistin.

DÊ LI ÇUKUROVA 4 MÎTÎNG BÊN LIDARXISTIN

Li herêma Çukurova jî starta xebatan di 30'ê Adarê de li Mereşê bi bernameyek herêmî dest pê bike. Di 31'ê Adarê de li Dîlokê di 1'ê Nîsanê de Hatayê, di 2'ê Nîsanê de li Semsûrê di 8'ê nîsanê de li Edene, di 9'ê Nîsanê de li Mêrsînê dê mîtîng bên lidarxistin. Mîtînga Edeneyê dê wekî mîtînga herêmî bê lidarxistin. Dê Parlamenterê HDP'ê Osman Baydemir, Dîlan Dirayet Taşdemir, Muslum Dogan Behçet Yildirim, Hevberdevkên HDK'ê Gulistan Koçyigit, Onur Hamzaoglu, Asiye Kolçak, Bedriye Yorgun amade bibin.

SEFERÊN HERÊMA SERHEDÊ

Xebatên Herêma yekemîn ên Serhedê dê starta xebatan di 30'ê Adarê de li qersê bi bernameyekê dest pê bike. Di 31'ê Adarê û 1-3'ê Nîsanê de li navçeyên Digor, Tuzluca, Bazîd, Giyadîn, Agirî, Panos, Melezgirt, Kop, Mûş, Kanîreş, Çewlîk, Qereqoçan, Dersim, Erxenî, dê bi karwanên mezin di nava bajaran de bigerin. Li herêma Anatoliya Navîn di 9'ê Nîsanê de bi tevlêbûna Parlamenter Sirri Sureyya Onder û Çilem Oz mîtîng pêk bê.

LI ÊLIH COLEMÊRG Û WANÊ MÎTÎNG

Di 11'ê Nîsanê de li Êlihê dê bi tevlêbûna siyasetmedar Ahmet Turk, Parlamenter Sirri Sureyya Onder, Gulcihan Şîmşek mîtîng bê lidarxistin. Di 13'ê nîsanê de li li navçeya Geverê ya Colemêrgê di 14'ê Nîsanê de li Wanê, bi tevlêbûna Parlamenterên HDP'ê Osman Baydemir, Dilek Ocalan, Pervin Buldan, Hevberevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven mîtîng bê lidarxistin.

TÛRÊN BAJARÊN BERXWEDANÊ

Li herêma Botanê jî dê tûrên berxwedanê bên avêtin. Dê ji 30'ê Adarê heta 2'ê Nîsanê li Şirnexê start bê dayîn û li Riha bi dawî bibe. Dê ji Sîlopya derkevin dê û li navendên Cizîr, Nisêbîn, Qoser, Serêkaniyê, Wêranşar, Sêwereg, Hîlwan, Riha, Pirsûs, Bîrecîkê tûran bavêjin û di 2'ê Nîsanê de bi dawî bibe. Di navbera 5-7'ê Nîsanê de li navendên Çinar, Bismil, Sîlvan, Bişêrî Misirc, Sêrt, Bedlis, Tetwan, Norşîn, dê tûr bên avêtin.

Di 15'ê Nîsanê de jî dê li Amedê mîtînga fînalê bê lidarxistin.

Kenan Kirkkaya dihaber