Baydemîr: 21'ê Adarê nîşan da ‘Plata hilweşînê' hilweşiya ye

ENQERE - Berdevkê Koma HDP'ê Osman Baydemir, piştî civîna MYK'e ya HDP'ê civîna çapemeniye pêk anî. Baydemîr, anî ziman ku Newroza di 21'ê Adarê de hat pîrozkirin, nîşan da ku plana hilweşînê hilweşiya ye û pûç bûye. Baydemîr, bilêv kir ku dê di 16'ê Nîsanê de rizgariya gelên Tirkiye li ber derî be.

Berdevkê Koma HDP'ê Osman Baydemîr, piştî civîna MYK'ê ya HDP'ê civîna çapemeniyê pêk anî û encama civînê nirxand. Baydemîr li navenda Giştî ya HDP'ê axivî û wiha got: "Ji ber ku vîna "Na" derketiye holê êrîşan zêdi dikin. Di Newrozê de vîna "Na" derket holê. "

'BÛYER BEROVAJÎ NÎŞAN DAN'

Baydemîr anî ziman ku li gel rewşa rejîma OHAL'e ya salekê û hemû zextên dijwar disa bi tevlêbûn û coşek mezin Newroz hat pîrozkirin û wiha got: "Gelê me yên qadên Newrozê tije kir em spasiyên xwe ji wan re tînin ziman. Di roja Newrozê de Kemal Kurkut ji aliyê polîsan ve hat kuştin. MYK ya me kuştina Kurkut ê di Newrozê de hat kuştin cerek din şermezar dike. Mixabin ji destpeka bûyerê bi tevahî cuda hat nîşandan.

‘ÇAPEMENIYA AZAD RÊ LI PÊŞ TARÎKIRINA PÊŞEROJÊ GIRT'

Baydemîr, destnîşan kir ku di wêneyê ku rojnamegerekî kişand de derket holê ku kuştina ciwan ne girêdayî ewlehiyê ye û bi armanca alozkirina Newrozê ye û wiha berewam kir: "Carek din çapemeniya azad rê li pêş tarîkirina heqîqetê û tarîkirina pêşerojê girt. Em wekî HDP'ê ji bo kujerê Kemal Kurkut bê cezakrin û hemû faîlên li pişt kuştina Kemal bê darizandin çi ji destê me bê em dê bikin. Piştgiriya me ya hiqûqî ya ji bo malbatê dê bidome."

DI VÊ NEWROZÊ DE VÎNA NA DERKET PÊŞ

Baydemîr, bilêv kir ku bi milyonan kes beşdarî Newrozê bû û kesên beşdarî Newrozê bûn, nîşan da ku vîna "Na" ya di 16'ê nîsanê de bê aşkerekirin derketiye holê û wiha lê zêde kir: "Di vê Newrozê de vîna "Na" derket holê. Ev Newroza 2017'an bû Newroza Xêrê-Nayê. Newroza 2017'an li ruhê Newroza 2013'an xwedî derket. Newroza 2017'an dê ji bo pêşerojê şahidiya gelek tiştên erênî û ronî bike. Bû deriyê ronahî û pêşejoa gelên Tirkiye. 2 salin plana hiweşandin û têkçûna gelê kurd spartin me. Lê ev plana wan bi Newroza 21'ê Adara 2017’an têk çû. MYK'ya HDP'e tê têkildarî xebat û planên "Na" dê agahiyên fireh bide. Me Kampanya xwe li 3 bajaran hemwext parve kir. Em dê di rojên pêş de 15 mîtîngan pêk bînin. Mîtînga Fînalê dê li Amedê bê lidarxistin. Sratka kampanya dê di 29'ê Adarê de li Edirne û Kandira dest pê bike. Dê li pêş Girtigehên Hevserokên me lê rehîn hatine girtin pêk bên.

DANEYÊN HDP’IYÊN GIRTÎ

Baydemîr, da zanîn ku partiyan wan demek dirêje bi zext û êrîşan re rû bi rû ye û wiha got: “Demek dirêje hemû xebatên partiya me hatine qedexekirin. Ji Tîrmeya 2016’an hete niha 37 hevserokên HDP’ê, 97 hevserokên HDP’ê yên navçeyan hatine girtin. Niha hevserokên me yên 27 bajar û 84 navçeyan girtîne. 13 parlamenter, 2 endamên MYK, 5 endamên PM û 750 rêveberên bajar û navçeyan hatine girtin. 85 hevşaredar hatine girtin û teyûm tayînî 70 şaredariyên me hatine kirine.”

Baydemîr, anî ziman ku 10 hezar kesên ku ji bo HDP’ê xebat dane meşandin hatine binçavkirin, 5 hezar hatine girtin û wiha pêde çû: “Em wekî HDP ku li dijî van polîtîkayên zextan serî ne tewandiye û îfadeya vê serî ne tewandinê Newroze, bi morala Newrozê amadekariyên 16’ê Nîsanê dikin. Ji bo xelasiya Tirkiyeyê deriyê 16’ê Nîsanê vebûye. Ez dixwazim heyecan anketên na yên Lijneya Rêveber a Navendî bi gelê xwe re parve bikim.”

‘REFERANDUMA DI OHAL’Ê DE PÊK TÊ NE REWA YE’

Baydemîr, bi lêv kir ku “Na” ya HDP’ê ne tenê ji bo HDP’ê ye ji bo pêşeroja hemû gelan ronahiye û wiha domand: “Îro referanduma ku dê di bin polîtîkayên zext û rejîma OHAL’ê bê pêkanîn di bingeha hiqûqî û exlaqî de ne rewa ye. Xebatên HDP’ê di çapemeniya neteweyî de nayê dîtin. Dema ji 1 heta 20’ê Adarê binêrin, dema em daneyên 17 kanalên neteweyî lêkolîn dikin, Serokomar 169 saetan bi weşana zindî bang li civakê kiriye. AKP 302, CHP 47, MHP 17, HDP’ê jî sifire tu neye. 20 rojin xebatên HDP’ê nadin. Ev nîşan dide ku em di hawirdorek faşîzane de ne.”


‘HEWL DIDIN KU ŞERÊ XAÇPERESTAN BIDIN MEŞANDIN’

Baydemîr, da zanîn ku diyare ku bi polîtîkayên zextan rêvebirina hundirîn têra hikûmetê nake niha hî jhewl didin li derve şerê xaç-hîlalê bidin destpêkirin û wiha got: “Ji bo cihana fikrînê ya civakê bindor bikin, ji bo rejîna ku OHAL’ê saz bikin û bikin qanûna bingehîn dixwazin deriyên welat ji cîhanê re bigirin. Di vê referandumê de hikûmeta AKP’ê welat anî rewşek wiha ku em bûn welatiyên welatek ku nikarin bi pasaportan biçin derveyî welat. Ji ber wê Na ji bo me hemûyane.”

‘HDP DÊ JI ZILAM LI ERDNÎGARIYA KURD RE BÊJE NA’

Baydemîr, destnîşan kir ku gelek sedemên ku HDP di referandumê de bêje Na hene û wiha domand: “HDP ji zilma li erdnîgariya kurd re dibêje Na. Hilbijêrên kurd dê ji girtina Hevserokên Giştî re bêje Na. Ji qeyûmên tayînîş şaredariyan hatine kirin û hilweşandina bajar re bêje Na. Ji qedexekirina zimanê xwe re dê bêje Na. Tirkiye ne tene xwedî zimanekê û çandekê ye. Gelekin. Gelê kurd dê carekdin ji yekmirovî re bêje Na.”

Baydemîr di dawiyê de wiha axivî: “Di her şert û mercî de dê HDP ji bo pêvajoya azadî û dadê hewldanan bide meşandin. Em ê sibe li ber AYM’ê carek din banga xwdî derketina hiqûq û dadê li AYM’ê bikin. Em îmtiyaziyekê ji AYM’ê naxwazin. Em banga pêkanîna ferasetê li AYM’ê dikin. Em dixwazin ku hiqûq, dadgeh û daraz ne be darê deste îktîdarê.”