Garo Paylan: Ji bo Tirkiyeya demokratîk gava ewil serketina 'Na'yê ye

ANTALYA - Parlementerê HDP'ê yê Stenbolê Garo Paylan wiha got: "Mesele ne vegera li Osmanliyê ye, mesela Tirkiyeyeke demokratîk e. Peywira me ya sereke bi awayekî topyekûn li herêm û erdnîgariya me peydekirina aştiyê ye. Ji bo vê jî gava ewil 'Na' ye."

Parlementerê HDP'ê yê Stenbolê Garo Paylan ê ji bo xebatên referandûmê hat Antalyayê, girîngiya referandûmê û ji bo çi divê "Na" bê gotin ji dîhaberê re vegot.

'DIVÊ EM 3 HEFTEYÊN LI PÊŞ XWE BAŞ BI KAR BÎNIN'

Paylan, diyar kir ku ev referandûm ji bo gelan zaf girîng e û got, heke di referandûmê de "Erê" derkeve dê zilm û çewisandin zêdetir bibin. Paylan wiha axivî: "Ez bawerî wijdanê mirovên Tirkiyeyê dikim. Gelekî zaf rengîn û pirnasnameyî ye. Li gel evqas neheqiyê li dijî îktîdara siyasî zaf bi hêrs e. Dê gel di 16'ê Nîsanê de di sindoqan de vê hêrsa xwe bi 'Na'yê bide der. Ji ber vê 3 hefteyên li pêş me zaf girîng in."

'AMADEKARIYÊN FELAKETEKÊ DIKIN'

Paylan, anî ziman ku Serokomar Erdogan û AK Partî welat ji bo felaketekê amade dikin û wiha domand: "Li cîhanê gelek mînakên dişibin vê hene. Bi van mînakan heta demekê hêza xwe ditahmijin; lê paşê jî welatên xwe ber bi felaketekê ve dibin û dibin sedema mirina bi sedan mirovî. Em naxwazin heman felaket li welatê me jî çêbibin. AKP, berê gelek şaşî kirin, niha heke hemû raye têkevin desta dê şaşiyên mezintir bike. Ji ber tu kesên ku rê li vê bigirin nehiştiye, plansaziya vê felaketê jî taloqî piştî 16'ê Nîsanê kiriye. Heke di 16'ê Nîsanê de bi ser keve, çi ji destê wî bê dê bike. Ji bo pêşîlêgirtina vê gotina 'Na' zaf girîng e."

Paylan ê got "Me pêvajoyeke aştiyê derbas kir", hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê bi bîr xist û wiha bang kir: "Bihevrebûna bi MHP bihevrebûneke netewperest e. Em ê di 16'ê Nîsanê de dengdayîna vê feraseta netewperest bikin. Ya em ê ji vê re bibêjin 'Na', an jî em ê bi 'Erê' vê ferasetê qebûl bikin. Dema em ji vê ferasetê re bibêjin 'Na', dê Tayyip Erdogan û Devlet Bahçeli li wî dîwarê xwe yê li pêşiya gel ava kirine biqelibin. Ji bo ev feraseta yekperest zêdetir rê li ber êş û azaran veneke û ji bo riyeke demokratîk divê 'Na' bê gotin."

JI BO TIRKIYEYEKE DEMOKRATÎK 'NA'

Paylan wiha domand: "Di serdema dawî ya Osmanliyê de jî û di destpêka komarê de jî serweriya feraseteke yekperest hebû. Feraseteke ku ji wekheviyê fêm nedikir û kesên doza wekheviyê dikirin qetil dikir hebû. Hîn jî ev feraset ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve berdewam e. Hikûmeta AKP, bi vê referandûmê dixwaze wê fereaseta yekperest a serdema Osmanliyê bûne. Divê em bi awayekî li şûna feraseta yekperest feraseta piraliyî bînin, dê ev jî di 16'ê Nîsanê de bi 'Na'yê pêk bê."

Paylan, dest nîşan kir ku pêdiviya her kesî bi peymaneke civakiyî ya ku karibe xwe tê de bibîne heye û got, ev jî bi riya qanûneke bingehîn a demokratîk pêkan e. Paylan wiha axivî: "Ger em qanûneke bingehîn a demokratîk bînin, dê her kes li vê xakê bi awayekî aram û azad bikaribe bijî. Êdî mesele ne vegera li Osmanliyê ye, mesele meseleya Tirkiyeyeke demokratîk e. Peywira me ya sereke bi awayekî topyekûn li herêm û erdnîgariya me peydekirina aştiyê ye. Ji bo vê jî gava ewil 'Na' ye."