Yildirim: Em dê hesabê 2 salan di sindoqan de bipirsin

AMED - Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim, diyar kir ku kurd ji HEP’ê heta HDP’ê di hemû hilbijartinan de rastî neheqiya wekheviya firsenda hilbijartinê tên û tên astengkirin. Yildirim, anî ziman ku ligel her tiştî rojên xweş li pêş gel in û ew dê hesabê 2 salan di sindê de bipirsin.

Serokwekîlê Koma HDP'ê û Parlamenterê HDP'ê yê Mûşê Ahmet Yildirim, têkildarî xebatên referandumê yên li herêmê, sansur û astengiyên li ser xebatên xwe agahî dan. Yildirim, anî ziman ku hevparên HDP’ê li gel hemû astengî û zextan bi coş û hewldanek mezin xebatên referandumê dimeşînin û wiha got: "Em ruhê coşa 8'ê Adarê ku jin daketin qadan û germahiya Newrozê ku bi milyonan gel daket qadan xebata referandumê dimeşînin. Di xebatên referandumê de gel dibêje “Na'. Polîtikayên di çarçoveya “Plana Têkçûnê" de bi hemû êrîşan berdewam dikin. Gel ev polîtîka pûç kirin û avêtin çopê. Gel li dijî van polîtikayan di ber xwe da û polîtikayên têkçûnê val bû. Gel li hemberî van êrîşan berxwedana xwe û rêxistinbûna xwe bêtir xurt kir. Me jî xebatên xwe pêş xistin. Me plana mîtîngan amade kir. Otobusên me yên hilbijartinê dê navçe bi navçe bajar bi bajar bigerin."

Yildirim, anî ziman ku ew dê di xebatên hilbijartinê de zimanê mexdûriyetê nînin rojevê û wiha got: "Em dê di sindoqan de hesabê 2 salan bipirsin. Em dê ji bo cezakirin û darizandina wan di qata neteweyî û navneteweyî de têkevin nava lêgerîn û têkoşînê. YE û NY'ê jî ev yek kirine bin qeydan. Em bawer dikin ku rojên xweş li pêş gelan in. Ji bo aştî, azadî û demokrasî pêş bikeve bedel hatin dayîn. Ev bedel dê rojên aram û xweş bi xwe re bîne. Em dê vê yekê bêtir bi rêxistin bikin"

'TU CARÎ FIRSENDA WEKHEV NEHAT DAYÎN'

Yildirim, destnîşan kir ku kurd ji serdema HEP'ê heta HDP'ê her dem di hilbijartinê de rastî astengî û heqiyan hatin û heqê fersenda wekhev nehat dayîn. Yildirim bilêv kir ku medya û TRT xebatên wan sansur dike û wiha got: "Kurdan di siyaseta legal de, ji salên 1990'an heta niha nêzî 20 hilbijartin li pey xwe hişt. Ji Partiya Kedê ya Gelan (HEP), heta HDP’ê her dem medya xebat sansur kir. Lê tu carî neket bin destan. Tu carî nehat kontrolkirin. Di hilbijaritna 7'ê Hezîranê de jî wekheviya firsendê pêk nehat. Niha jî ligel hilbijartin nêzîk bûye encama anketan nîşan dide ku Na di pêş de ye. Di hemû anketan de dengê "Erê" ji sedî 45’an derbas nake.

'JI 84'AN HETA NIHA BI VAN HEVOKAN VE HATIN'

Yildirim ê têkîldarî operasyonên leşkerî yên ku li herêmê tên lidarxistin jî wiha axivî: "Di meha kanûna 2015'an de li Cizîr û Sûrê qedexeya derketina derve hate îlankirin û polîtîkaya faşîzmê kete meriyetê. Serokwezîrê demê Davutoglu got ku piştî mehên nîsan û gulana 2016'an de de tu caran navê Tevgera Azadiya Kurd kesek negire devê xwe û bikeve gorê. Me wê demê got ev rê ne rê ye. bi polîtîkayên ewlehiyê pirsgirêka kurd dê neyê çareserkirin, şîdet dê şîdetê bi xwe re bîne. Vî welatî gelek kesên ku wekî Suleyman Soylu dîtin. Li vî herêmê piştî 1984'an lêgerîna maf a kurdan veguherî têkoşîna çekdarî heta niha 6 serokomar, 11 serokwezîr, 13 serfermandarê giştî ya artêşê, 29 wezîrên karên hundir dît. Hemû jî bi heman hevokan ve hatin. Suleyman Soylu dibêje qey ew tenê pirsgirêka kurd wekî pirsgirêka terorê fêm dike û yekem car dê polîtîkayên wî yên ewlehiyê dê encamê bigire. Bila biçe gotinên 29 wezîrên karên hundir ên beriya xwe binêre û bixwîne. Dibe ku wê demê nesîbê xwe bigire."

Yildirim destnîşan kir ku hikûmet bi operasyonên leşkerî ve dixwaze di referandumê de encamê bigire û wiha got: "Ji bo ku zêdetir xwîn neherike em hewl didin. Divê dev ji van pêkanînên neaqilane berdin. Ez dikarim bibêjim ku eleqeya van operasyonan bi polîtîkayên demî ve heye, Konseptekî îmhayê hatiye destpêkirin. Em naxwazin şîdet dê bi xwe re şîdetê bîne. Ev ax ji xwînê têr bûye, em dikarin hemû pirsgirêkan bi diyalogê li ser maseyê biaxivin. Bi referandumê dixwazin li ser polîtîkayên ewlehiyê encamê bigirin."

'POLÎTÎKAYA DERVE ENCAMA BÊPOLÎTÎKABÛNÊ YE'

Yildirim destnîşan kir ku polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê ji siyaseta hundir serbixwe nîne û nirxandinên xwe wiha bi dawî kir: "Li Tirkiyeyê îktidar têk çûye di destê wî de ji bo referandumê tu arguman nemaye, di paketa 18 madeyan de tiştekî bu bide gel tuneye, di pêvajoyeke bi vî rengî de li ser krîza bi Holanda û Swîsreyê bi mudxurdbûnê ve nîşan didin ku çiqas tengav bûne. Mexduriyeta li ser Ewropayê tê kirin encama bêpolîtîkabûnê ye. Ji vî mexdûrbûn dernakeve. îktidar dê di 16'ê Nîsanê de ji welatên Ewropayê yek bi yek lêborînê bixwaze."