EDÎRNE/KOCAELÎ - HDP'ê starta referandumê li ber deriyên girtîgehên Edîrne û Kandira yê ku Hevserokên Giştî yên HDP'ê girtî ne da. HDP'iyan diyar kirin ku ji bo referandum di şertên adil û wekhev de nayê kirin û balê bikişînin li ser vê xebat ji wir dane destpêkirin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) starta mîtîngên referandumê li ber Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê ya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş girtî ye û li ber Girtîgeha Kandirayê ya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag girtî ye da. Ji ber ku daxuyaniya li ber deriyê Girtîgeha Kandirayê hat astengkirin daxuyanî li avahiya HDP'ê ya Kocaeliyê hat dayîn.
Di heyeta ku li ber deriyê Girtîgeha Edîrneyê de Parlamenterên HDP'ê Pervîn BUldan, Erdal Ataş, Alîkarên Hevserokên Giştî yên HDP'ê Serpîl Kemalbay û Sezaî Temellî, endama MYK a HDP'ê Çîlem Oz, Hevseroka HDP'ê yê Stenbolê Esengul Demîr, Seroka Giştî ya ESP'ê Çîçek Otlu cih girtin. Di daxuyaniyê de pankarta "Em ê teqez bi ser kevin, Na em hemû bi ser kevin" hate vekirin.
'ME ÇAWA ADAR QEZENC KIR EM Ê DI 16'Ê NÎSANÊ DE JÎ QEZENC BIKIN'
Seroka Giştî ya ESP'ê Çîçek Otlu diyar kir ku gelên Kurdistan û Tirkiyeyê di 21'ê Adarê de agirê azadiyê gihandin hev û wiha got: "Çawa me bi parlamenterên xwe ve Adar qezenc kir em ê di 16'ê Nîsanê de jî teqez bi ser kevin."
Alîkara Hevserokên Giştî yê HDP'ê Serpîl Kemalbay jî diyar kir ku ew weke gelên Tirkiyeyê di nava xebatên referandumê ya krîtik de ne û ew ê teqez bi ser kevin.
'MIROV NIAKER QALA REFERANDUMEKE ADIL Û WEKHEV BIKE'
Parlamentera HDP'ê Pervîn Buldan jî bal kişand li ser girîngiya ku partiya 6 milyon deng girtiye û starta xebatên referandumê li ber deriyê girtîgehê dide. Buldan destnîşan kir ku xebatên kampanya û propagandaya hilbijartinê serokên partiyan û parlamenterên partiyên din bi qadan bi awayeke rehet dikin û wiha berdewam kir: "Di pêvajoya ku serok û parlamenterên me girtî ne de em xebatên referandumê dikin. Ev adil û wekhev nîne. Dibe ku hevserok û parlamenterên me girtî bin lê em soz didin wan ku xebatên 'Na' bi awayeke xurt bimeşînin."
Buldan bang li welatiyên roman, pomak, kurd, elewî û tirk ên li Edîrneyê dijîn kir û got ku ji bo Tirkiyeyeke bi hêz û ronî dengê "Na" bi kar bînin, guhertina 18 madeyan de tiştekî nede Tirkiyeyê. Buldan got ku ew ê "Na" bi tîpên zêrin binivîsînin.
Buldan herî dawî xwes paralementerên wan ên girtî bên berdan.
Piştî daxuyaniyê heyet çû serdana saziyên li Edîrneyê.
LI KANDIRAYÊ WALÎTIYÊ ASTENG KIR
Daxuniya ku HDP'ê dê li ber deriyê Girtîgeha Kandirayê bida ji aliyê Walîtiya Koceeliyê ve hate astengkirin. Li ser vê parlamenterê HDP'ê Garo Paylan, Endama MYK a HDP'ê Gulsum Agaoglu, endamê MP a HDP'ê Huseyîn Goze derbasî avahiya rêxistina HDP'ê ya Kocaeliyê bûn û li vir daxuyanî dan.
Gulsum Agaoglu astengkirina daxuyaniya li ber deriyê girtîgehê şermezar kir. Agaoglu got ku ew girtina hevserok û parlamenterên wan şermezar dikin û ev biryarên ku dewletê daye nas nakin.
Parlamenter Garo Paylan jî wiha axivî: "Bi hezaran peywirdarên cemaweriyê ve astengkirina me nîşan dide ku çiqas diditrsin. Gotin, deng û îradeya me nikarin qut bikin. Em ê ji îro pêve nîşan bidin ku dengê 'Na' dê çiqas xurt derkeve." Paylan bang li gelên Tirkiyeyê kir û xwest bi ruhê seferberiyê ve di kampanyaya "Na" de bigihijin hev.