ENQERE - Parlamenterên HDP'ê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder bi Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag re hevdîtin hêk anîn. Di hevdîtinê de têkîldarî grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û binpêkirinên ku diqewimin pêşniyar ji Bozdag re hatin pêşkêşkirin.
Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder têkîldarî grevên birçîbûnê yên li girtîgehan bi Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag re hevdîtina ku divê roja duşemî pêk bianiyana îro pêk anîn. Hevdîtinê nêzî saetek û nîv berdewam kir.
Têkîldarî naveroka hevdîtinê HDP'ê daxuyaniya nivîskî da.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
"Bi Wezîrê Dadê Birêz Bekîr Bozdag re me hevdîtinekî ku nezî saetek û nîv berdewam kir pêk anî. Me têkîldarî greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a ku di 15'ê Sibata 2017'an de li 18 girtîgehan ji aliyê 169 girtiyan ve hatiye destpêkirin û di 15'ê adara 2017'an de jî li hin girtîgehan grevên birçîbûnê yên dorveger a 5 roj berdewam dike di kîjan merhaleyê de ye çavdêriyên xwe parve kir.
Di hevdîtinê de me têkîldarî daxwazên girtiyan ên mirovî, hiqûqî û siyasî agahiyên berfireh da. Grevên birçîbûnê û di serî de jî Girtîgeha Şakranê û li girtîgehên din têkîldarî nehiqûqî û binpêkirinan me agahî, tespît û pêşniyarên xwe bi Birêz Wezîr re parve kir.
Me got ku grevên birçîbûnê hatine merhaleya xetereya jiyanî û ji ber vê yekê jî divê di demeke kin de diyalog bê destpêkirin û kontroleke bi bandor bê kirin.
Wezîrê Dadê Birêz Bekîr Bozdag ev agahiyên ku me da li cem xwe nivîsand. Diyar kir ku li girtîgehan di mijara binpêkirin û nêzîkatiya xirab de tu toleransa wan tuneye û dê nebe, mijarên me anî ziman dê bi lez lêkolîn bike û ger ku mijarên li dijî qanûnan tespît bikin dê tiştên pêwîst bike."