CHP’ê ji bo referandumê serî DMME’yê da

NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterê CHP’ê yê Îzmîrê Musa Çam, derbarê guhertinên qanûna ningehîn a referanduma 16’ê Nîsanê de serî li DMME’yê da.

Parlamenterê CHP’ê yê Îzmîrê Musa Çam, derbarê guhertinên qanûna bingehîn a referanduma 16’ê Nîsanê de serî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) da.

Çam, derbarê serêdana xwe de daxuyaniyek da û wiha got: “Me referandumek bêusûl û şaîbelî jiya. Ji ber vê min bi takekesî serî li DMME’yê da. Em ê hebûna xwe ya li pişt dad ligel gele bidomînin.”