DBP: Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd em ê di aştiyê de bi israr bin

ENQERE - Lijneya Rêvebir a Navendî ya DBP’ê bi mijara operasyonên li dijî partiya wan kombû û peyama “Asta zextan bigihije kuderê bila bigihije em ê serî netewînin. Em ê ji bo çareseriya pirsgirêkên bingehîn û ya kurd ên Tirkiyeyê di siyaseta demokratîk a aştîxwaz de israr bikin.”

Lijneya Rêvebir a Navendî ya DBP’ê, duh li Enqereyê civiya. Di civîna ku endamên lijneyê yên di bin serokatiya Hevserokê Giştî Kamuran Yuksek de civiyan de mijarên xebatên rêxistinkirinê, operasyonên hikûmetê yên li dijî partî, rêveberên saziyên wan û aliyên demokratîk hatin destgirtin.

Di encama civînê ya bi sernavê “Em ê li dijî pêkanînên AKP’ê yên ku çaxê derbas dike rêxistinbûyîna xwe bidomînin û em ê têkoşîna xwe ya demokrasiye bi biryadariyê bidominin” de ev tişt hatin gotin: “Li hundir bi KHK’yan hiqûqa vanxweyî û ya gerdûnî tune hatiye hesibandin, ketine nav pozisyona ku henekê xwe bi hiqûqê dikin. Di mijara pirsgirêka kurd de zîhniyeta Mufetîşiya Umumî, Qanûna Takrîr-î Sukûn û Isleheta Şarkê xistine dewrê. Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, kurd û siyasetmedarên kurd nîşan daye û dibêje ‘em ê dewletê nîşanî wan bidin’ hemû riyên bêhiqûqiyê xistine meriyete. Bila tu fikarên wan nemînin, di hizrê gelê kurd dewleta ku ew behs dikin û ya di dîroka bere de cihê xwe diparêze. Tiştek din a ku di hizrê gelê kurd de meya jî berxwedana li dijî zilmê ye. Gelê kurd tu caran serî ne tewand û dê ne tewîne. Heta bigihijin asta welatiyên azad û wekhev ên Tirkiyeyê dê têkoşîna xwe ya demokrasiye bidomîne. Asta zextên li ser me bigihije kuderê bila bigihije em ê serî netewînin. Em ê ji bo çareseriya pirsgirêkên bingehîn û ya kurd ên Tirkiyeyê di siyaseta demokratîk a aştîxwaz de israr bikin.”