2 hezar û 793 bijartiyên kurd girtî ne

AMED - Di salekê de 2 hezar û 793 rêveber û endamên DBP’ê hat girtin û 4 DBP’î ji hatin qetilkirin. Alîgirê Hevserokatiya Giştî ya DBP’ê Ramazan Tunç anî ziman ku, bi girtina DBP’iyan re hikûmet dixwaze siyaseta kurd ji siyaseta Tirkiyeyê veqetîne, lê ew dê li gel her tiştî siyasetê berdewam bikin.


Li gorî parvekirinên Partiya Heremên Demokratîk (DBP) di sala dawî de Hevseroka Giştî Sebahat Tuncel jî di nav de 2 hezarû 795 siyasetmedar hat girtin. Di nava van siyasetmedaran de hevşaredarên şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê û her wiha gelek endamên Meclîsa DBP’ê jî hene.

Piştî ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve bi hinceta hewldana derbeyê reveberiya awarte hat îlankirin, êrîş û zordestiyên li ser siyasetmedarên DBP’î ji zêde bû. Di 4 mehên dawî de bi riya qeyûmê 36 şaredarî hatin desteserkirin û 45 hevşaredar jî hatin girtin.

2 HEZAR Û 795 SIYASETMEDAR HATIN GIRTIN

Siyasetmedarên kurd herî zêde li Amed û Rihayê hatin girtin. Li gorî hêjmarên navenda DBP’ê, Agirî 127, Erzirom 77, Dersîm 176, Semsûr 34, Stenbol 1, Riha 625, Sêrt 212, Çewlîg 63, Mêrdîn 192, Dîlok 130, Ardahan 9, Êlih 85, Bidlîs 33, Colemêrg 60, Amed 512, Mûş 117, Şirnex 31, Wan 180, Mereş 2, Qers 30, Igdir 65, Xarpet 33 û li Îzmîrê jî 1, bi giştî 2 hezar û 773 sîyasetmedar hatin girtin.

4 DBP’Î HATIN QETILKIRIN

Di sala dawî de ji ber şer û pevçûnên li heremê, endamên Meclîsa DBP’ê Mehmet Yavuzel li Cizîrê û Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyarli jî Silopiyaya Şirnexê hatin qetilkirin.

‘DIXWAZIN SIYASETA KURD JI SIYASETA TIRKIYEYÊ VEQETÎNI'

Alîgirê Hevserokatiya Giştî ya DBP’ê Ramazan Tûnç der barê girtina 2 hezar û 793 rêveber û endamên wan de anî ziman ku, şerê li heremê tê jiyîn siyaseta kurd jî hedef tê girtin û got, bi girtina siyasetmedarên kurd Serokomar Erdogan û hikûmeta AKP’ê zordestiyên xwe li ser gelê kurd didomîne. Tunç diyar kir ku, roj bi roj zordestiyên li ser DBP’ê zêde dibin û wiha got: “Dixwazin siyaseta kurd ji siyaseta Tirkiyeyê veqetênin. Li gel van kiryar û zordestiyan jî, siyaseta kurd li ser piya ye. Ji ber ku siyaseta kurd hêza xwe ji gel distîne. Ji ber vê yekê em ê siyasetê bimeşînin. Li gel zordestiyan em ê bi paş ve gav neavêjin û em ê serî netewînin."