COLEMÊRG- Der barê Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak de bi daxwaza 105 sal cezayê girtîgehê doz hat vekirin. Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê parast ku, ji bo rûniştina dozê anîna Iramk bi rîsk e û ji bo neqlê serî li Wezareta Dadê da.
Serdozgeriya Koamrê ya Colemêrgê, der barê Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê ya ku di 4'ê mijdarê de hat girtin, bi daxwaza 105 sal cezayê girtîgehê doz vekir. Di îddianameya ku ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê ve hat qebûlkirin de, Irmak ji ber beşdarbûyîna mîtîngên li Amed, Colemêrg û Şirnexê, daxuyaniyên çapemeniyê û bernameyên televîzyonan ên di navbera 2015-2016'an de bi hincetên wek "Pesinandina sûc û sûcdar", "Lidarxistina civîn û xwepêşandinên derqanûnî û beşdarbûyîna wan", "Endama rêxistinê" û 18 caran jî bi "Propagandaya rêxistinê" tê tawanbarkirin.
JI BO NEQILKIRINA DOZÊ SERLÊDAN
Dadgeha ku îddianame qebûl kir, di zapta xwe yî tensîbî de biryar da ku, wê yekemîn rûniştina dozê di meha çile de bê dîtin. Dadgeh ji Muduriyeta Saziya Înfaza Cezayê ya Sîlîvriyê re muzakere nivîsand û biryar da ku, wê Irmak roja sêşemê ya rûniştinê bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî dirûşmeyê bibe. Dadgeh diyar kir ku, ji ber li Colemêrgê saziya înfaza cezayê ya ewlehiya bilind tuneye, wê li saziya înfaza cezayê ya bajarekî din pêk bê û bi hinceta "ewlehiyê" ji bo neqilkirina dozê ya ji bo bajarekî din, ji Wezareta Dadê biryara nivîsandina nivîsekê da.