Wezîr Çelîk jî li hemberî girtina HDP'iyan derket

ENQERE - Wezîrê Sewalkarî û Çandiniyê, Zaxîreyê Faruk Çelîk diyar kir ew li dijî girtina parlamenterên HDP'ê ne û yek endamên partiya wan jî ji bo vê yekê rizayê nade.

Kesên ku di nava AK Partiyê de girtina Hevserokên Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û parlamenterên HDH'ê qebûl nakin zêdetir dibin. Parlamenter Mehmet Alî Şahîn rojên borî daxuyaniya "Dikarin HDP'iyan berdin" dabû niha jî Wezîrê Sewelkarî û Çandinî Zaxîreyê Faruk Çelîk jî berovajî Serokomar Erdogan nêrînên xwe anî ziman.

Çelîk bal kişand li ser rexneyên ku Yekîtiya Ewropayê û biryara Parlamentoya Ewropayê û wiha got: "Ne parlamenterên HDP'ê divê tu parlamenter nayên girtin tu endamên AK Partiyê rizayê nade vê yekê. Divê ku parlamenter neyê girtin ji ber ku parlamenter e. Tu yê bibî wekîlê gel."

Çelîk destnîşan kir ku li Yekîtiya Ewropayê rastgir xurt dibin û fatureya vê yekê li Tirkiyeyê re dibirin û wiha axivî: "Em alîgirên Yekîtiya Ewropayê ne, lîgirên krîteran in. Li dijî cotstandardiyê ne lê hûn ji ber tevgerên nijadperest ên li nava xwe fatureya vê li Tirkiyeyê re dibirin."

Çelîk îdia kir ku Îngilistan û welatên din jî ji ber pêşeroja Yekîtiya Ewropayê bi fikar in. Çelîk anî ziman ku ew dixwazin Yekîtiya Ewropayê bibe hêzekî kurewî û axaftinên xwe anî li ser aboriyê û di welatên pêşketî de sabîtbûnekî cidî heye û wiha axivî: "Di esasê xwe de em dibînin ku li hemû welatan sabîtbûnek heye. Hûn li mezinbûna kurewî dinêrin, mezinbûna kurewî jî neyînî ye yanî mezin nabe. Aboriya cihanê biçûk dibe. Li aliyekî hûn dinêrin li cihanê newekheviyekî mezin heye. Li cihanê serwetên 62 dewlemendên cihanê qasî serwetên 3 mîlyar mirovan e. Çi heyf e ku ên bi hêz mafdar tên dîtin."