Dengîr Mîr Mehmet Firat: Di AK Partiyê de ne westandin, dejenerebûn heye

ENQERE - Rewşa ku Serokomar Erdogan wek "westandina metalî" bi nav kir, gelek derdorên muxalif vê wek zemîna bin a tasfiyekirinê diwesfînin. Dengîr Mîr Mehmet Firat ji bo vê dibêje "Di AKP'ê de ne westandin, dejenerebûn heye" û Omer Faruk Gergerlioglu jî diyar dike ku ev lixwemikurhatine û ji bo vê wiha dibêje: "AKP ji demokrasiyê dûr ketiye, berjewendî û îltimas derketine pêş."

Serokomar Recep Tayyip Erdogan, piştî 1044 rojan şûn de careke din vegeriya ser AK Partiyê û di komcivîna partiyê de careke din diyar kir ku di partiyê de "westandineke metalî" heye û bi vê re balê kişand ser hin guherandinan û pêvajoyeke "tasfiyeyê" ya di nav AK Partiyê de.

WESTANDINA METALÎ

"Wesatndina metalî" ya ku Erdogan li siyasetê zêde kir, biwêjeke teknîkî ye û ji bo amûrên metalî yên ku heman karî tim dubare dikin û piştî demekê erka xwe bi cih nayînin tê bikaranîn. Her wiha di hin weziyetan de jî qetandin û şikandina perçeyên metalî diyar dike. "Westandina metalî" ya ku Erdogan di nav AKP'ê de îfade dike ji du hêlan ve tê nirxandin. Ya ewil; wek 'her ku diçe pêwendiya civakiyî qut dibe û rêxistin noqî hundurê xwe dibin û bi vê re balê dikêşe ser motîvasyona wan a ji bo îktîdarê' tê îfadekirin. Ya dudoyan jî; wek "westandin" a ku di nav derdora AKP'ê tê gotin tê wesfandin.

'WESTANDINA' KU SÎRAYETÎ REFERANDÛMÊ KIR

Erdogan, "westandina metalî" ya di nav AKP'ê de herî zêde di pêvajoya referandûmê de hîs kir. Li gel encamên dengan ên şaîbeyî jî, windakirina dengan a bloka AKP-MHP'ê her çi qas wek ku di warê alîgirên MHP'ê de berhêlîkirina "Na"yê hatibe wesifandin jî, lê di alîgirên AKP'ê de windahiyeke zêde ya dengan çêbû. Bi taybetî jî di dema pêvajoya referandûmê de rêxistinên AKP'ê bêdil bûn, nedixebitîn, danediketin qadê û ev yek gelek caran ji hêla Erdogan ve hatibû rexnekirin.

DENGİR FIRAT: TEHAMULA ERDOGAN NEMAYE KU DU SALÊN DIN JÎ BISEKINE

Parlementerê HDP'ê yê Mêrsînê Dengir Mir Mehmet Firat ku AKP'ê ji nêz ve nas dike, têgeha "westandina metalî" wek "Komên ku di nav AK Partiyê de dixwazin îstifadeyê ji îktîdarê bigirin, bi hev re dikevin pêşbaziyê, şerê îktîdarê yê navxweyî û rehaveta ku ev daye der" pênase kir. Lê belê, Firat diyar kir ku ne mumkun e ku di ser vê re di AKP'ê de guherînek çêbibe û wiha axivî: "Guherandin ne mumkun e. Ne bawerim ku di Desteya Wezaretan de jî guherîneke mezin çêbibe. Bi ya min AK Partî û Serokomar Erdogan amadekariyên hilbijartineke pêşwext dikin. Bi ya min dê di payîzê de hem ji bo Meclîsê hem jî ji bo serokomartiyê hilbijartina pêşwext çêbibe." Firat, sedema ku dê Erdogan heta 2019'an nesekine jî wiha vegot: "Çimkî, ji bo pergala ku tê xwestin têkeve meriyetê, Erdogan 2 salên din tehamul nake. Dixwaze demildest tevî hemû guherandina wê têxe meriyetê."

WESTANDIN TUNE YE, DEJENEREBÛN HEYE

Firat, dest nîşan kir ku kirinên di nav AKP'ê de ne beramberî têgeha "westandina metalî" ne û wiha axivî: "Westandina metalî tiştên hatin jiyîn îfade nakin. Di AK Partiyê de westandin tune ye, dejenerebûnek heye. Sedemên vê dejenerebûnê jî bi awayekî zelal li holê ne."

GERGERLİOGLU: BI GOTINA ERBAKAN EV TEVDÎRÊN PANSÛMANÎ NE

Omer Faruk Gergerlioglu jî, dibêje ku dê tasfiyeyek çêbibe û diyar dike ku ev bi gotina Erbakan tê wateya "tevdîra pansûmanî". Gergerlioglu wiha axivî: "Bêyî ku dakevin esasiya pirsgirêkê, hewl didin ku bi stendina 3-4 seriyan pirsgirêkê çareser bikin. Wisa difikirim ku dê tasfiyeyek çêbibe, ji wan tirê dê çareseriya westandina metalî bê dîtin. Ev ne çareserî ye, çimkî mesele ne ya 3-4 mirovan e. Ev meseleya ferasetê ye û têkildarî cihê ku AKP niha hatiyê. Heke mesele bi 3-4 kesan bihatana çareserkirin, heta niha dê çareseriyek bihatana peydekirin. AKP ew partiye ku her diçe xerab dibe. Di nav AKP'ê de bi awayekî cidî şerê rantê heye. Her kes gora yê din dikole. Ji bo hêz, îktîdar û berjewejndiyê di nav koman de pevçûn hene."

Gergerlioglu der barê têgeha "westandina metalî" de jî wiha got:

“Westandina metalî biwêjeke ecêb û girîng e. Me ji zûv de digot di nav AKP'ê de rizandin û dejenerebûneke heye. Erdogan vê rewşê bi zimanê xwe wek westandina metalî îfade kir. Hinekî kubar kiriye. Ev gotin nîşan dide ku; AKP ji demokrasiyê dûr ketiye, rant û kar derketiye pêş, berjewendî û îltimas derketine pêş. Ev nîşaneya ku; êdî AKP hêdî hêdî ji daxwazên gel dûr dikeve, dibe partiya bicihanîna daxwazên derdorekê, vediguhere partiyeke rantê."

Kenan Kirkaya - dihaber