Li Barzanî gefa “Mertalên Dîcleyê” tê xwarin

ENQERE - "Mertalê Dîcleyê" ku demek berê li dijî hamleya Şengalê anî rojevê, piştî biryara Barzanî ya Referanduma Serxwebûnê niha li dijî Herêmea Federe ya Kurdistanê wekî gef bikar tîne.

Rêveberiya Barzanî ku bi salane bi AKP’ê re têkiliyan datîni û îtîfaqan çêdike ji ber biryara “referanduma serbixwebûnê” rastî bertekên xurt ên Tirkiyeyê tê. Tirkiye bi daxuyaniyên dide dibêje ku biryarek tirsnak û bêberpirsyariye.

MERTALÊN BI BARZANÎ RE HATINE AFIRANDIN

"Mertalê Dîcleyê" ku demek berê li dijî hamleya Şengalê anî rojevê, piştî biryara Barzanî ya Referanduma Serxwebûnê niha li dijî Herêmea Federe ya Kurdistanê wekî gef bikar tîne.

Di nûçeya ku li Yenî Şafak û gelek çapemeniya nêzî îktîdarê cih digire de tê diyarkirin ku refranduma serxwebûnê turkmen û ereban cuda dike. Di nivîsê de bal hat kişandin ser piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo Barzanî û ev tişt hatin gotin: “Li dijî vê rêveberiya Bakurê Iraqê, dest ji piştgirî dayîna rêxistinê terorê berneda. Erbîla ku ji DYA, Almanya û gelek welatên Ewropayê piştgiriya çek digire, îmkanên hene tu cran li dijî PKK’ê bikar neanî.”

MERTALÊN DÎCLEYÊ DÊ SERXWEBÛNÊ ASTENG BIKE

Di nivîsê de hat destnîşankirin “Mertalên Dîcleyê” ku bi “mertalên firatê” ku dixwest Rojava bê dagirkirin ji bo dagirkirina Şengalê bi Barzanî re hat avakirin dê ji bo Herêma Federal a Kurdistanê re bibe gefek.

JI ENIYA TURKMENAN GEF
Her wiha di nivîsê de cih dan nêrînên Serokê Eniya Turkmen a Iraqê Erşed Salîhî. Salîhî bal kişand ser parçebûna kurdan û gefa “dê kurd hemû destkeftiyên xwe winda bikin” xwar.