ÊLIH - Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Besime Konca ku şevê din hat binçavkirin û sewqî dadgeha Êlihê hat kirin, bi şertê kontrola edlî hat berdan.
Serokwekîla Koma HDP’ê û Parlamentera HDP’ê ya Amedê Çaglar Demîrel û Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Besime Konca şev nîvê şevê li Enqereyê hatin binçavkirin. Piştî bi fermana dozgerên Amed û Êlihê Demirel û Konca hatin binçavkirin Konca anîn Êlihê û Demîrel jî anîn Amedê. Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê piştî lêpirsîna li midûriyeta polîsan a Êlihê ew sewqî dozgeriyê ya Êlihê kirin. Dozger piştî îfadeya Konca girt, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgehê kir.
Heyeta dadgehê jî piştî li îfadeya Besime Konca guhdar kir bi şertê kontrola edlî serbest berda.