ENQERE - Serokê TBMM'ê Îsmaîl Kahraman, di civîna bi serokwekîlên partiyan kirî de, xwest wêneyên parlamenterên HDP'ê yên girtî û li salonê ne bên rakirin. Parlamenterê HDP'ê yê Mûşê Ahmet Yildirim ku li ser navê HDP'ê tevlî civînê bû diyar kir ku ger parlamenter bên berdan dê wêneyên wan jî ji holê rabin.
Serokê TBMM'ê Îsmaîl Kahraman îro di saetên dibê de bi awayekî awarte ji bo civînê bang li serokwekîlên TBMM'ê û serowekîlên koman kirin û li ser bangê civînek hat li darxistin. Di civîna li salona Dîvanê ya serokatiyê destpêkir de serokwekîlên TBMM'ê Ahmet Aydin, Ayşe Nur Bahçekapili û Pervîn Buldan, serokwekîlê koma AKP'ê Mustafa Elîtaş, Nacî Bostanci û Îlknur Înceoz, serokwekîlê koma CHP'ê Ozgur Ozel, serokwekîlê koma MHP'ê Erhan Usta amade bûn lê ji ber serokwekîlê koma HDP'ê Îdrîs Balukengirtiye û Çaglar Demîrel jî şevêdin li Enqereyê hat binçavkirin Parlamenterê HDP'ê yê Mûşê Ahmet Yildirim tevlî civînê bû.
Di civînê de serokê TBMM'ê Îsmaîl Kahraman xwest ku wêneyên parlamenterên HDP'ê yên girtî yên li salonê dne bên rakirin. Parlamenterê HDP'ê yê Mûşê Ahmet Yildirim ku tevlî civînê bûye agahî dan dîhaberê.
Yildirim, diyar kir k udi demek wiha girîng de bi rojevek sunî ew gazîkirine û wiha got: "Rojev çiye; nayê qebûlkirin ku wêneyên wekîlên HDP'ê yên girtî li salona Meclîsê bên danîn. Xwestin ku wêneyên wekîlan ji salonê bên derxistin. Me jî ji serokê meclîsê Kahram re got em ê anîna wêneyan a salonê bidomînin. Daxwazên wan ji aliyê me ve nayê pejirandin. Heta hevdîtinên butçeyan bi dawî bibin em ê vê bidomînin. Em wêneyan ne ji bo sedemekê ji bo encamekê dibînin. Ger rewşa wan a girtinê bi dawî bibe dê wêne bên rakirin."
'FERMAN HATIYE DAYÎN'
Yildirim, piştî nîqaşên li Meclîsê, derbarê parlamenterên HDP'ê de biryara binçavkirin û bi zorê anînê hatiye dayîn û wiha axivî: "Tişta ku em di civînê de dît ew bû ku îktîdara siyasî ferman daye. Naxwazin ku kesekê wêneyan bibe salona meclîsê bimîne."