Demîrtaş: Yên ji pêvajoya çareseriyê nerihet bûn, lêpirsîn dan destpêkirin


ŞIRNEX
- Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş di îfadeya xwe ya ku der barê axaftina wî ya 2014'an a li Şirnex kiriye de got, yên ji pêvajoya çareseriyê nerihet bûn, lêpirsîn dan destpêkirin.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş, têkildarî axaftina xwe ya 2014'an ya ji bo civîna danasîna namzetan ya li Şirnexê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê bi rêya SEGBİS'ê îfade da Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê. Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez û parêzerên Demîrtaş, Nûşîrevan Elçî, Pinar Bayram û Zuleyha Gulumse jî di îfadeyê de cih girtin.

Demîrtaş di destpêka îfadeya xwe de anî ziman ku, ew bi awayekî derhuqûqî tên ragirtin û wiha axivi: "Ez niha li vir bi awayekî derhuqûqî têm ragirtin. Her wiha peywira min a parlementiyê jî hîn didome. Ji ber ku ez girtî me, ez nikarim bikevim dozên ku li min hatine vekirin jî. Mafê min yê parastinê jî hatiye astengkirin. Niha ez 2 hezar kîlometre dûr beşdarî vê îfadeyê dibim. İfadeya bi SEGBÎS'ê li dijî prensîba rû bi rû ye. Lê mecbûrî ez ê îfadeya xwe bidim. Ya ku hûn behs dikin danasîna namzetiyê li Şirnexê li ber avahiya partiya me hatibû lidarxistin. Ew civîn nakeva qanûna 2911'an. Di wê serdemê de, hemû partiyên siyasî danasîna namzetên xwe dikirin û hemûyan jî axaftin dikirin. Civînên ku piştî min çêdibûn min eleqedar nake. Di van civînên me de, min tu carî banga tundiyê nekiriye. Kesên ku bi min re tevlî civînan bûne jî tu sûcên wan tune ye. Ji ber vê yekê ez dixwazim ev dosya bi biryara neşopandinê bi encam bibe."

'YÊN DOZ VEKIRIN ARMANCA WAN BÊENCAMKİRİNA PÊVAJOYÊ BÛ'

Demîrtaş di berdewamiya axaftina xwe de balê kişand ser armanca vekirina lêpirsînên der barê wî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Wê demê pêvajoya aştiyê hatibû destpêkirin. Gelek rayedarên dewletê nedixwestin ev pêvajo bi encam bibe. Ji ber vê yekê her tim lêpirsîn li me vedikirin û dixwestin pêvajoyê bê encam bikin. Ev lêpirsîn ji ber van tiştên min got hatiye vekirin. Daxwaziya min ji serdozger heye, dema biryar da divê van tiştan bigire ber çavan."

Piştî îfadeya Demîrtaş parêzera wî Nûşîrevan Elçî jî got, tiştên li muwekîlê wî bar dikin ne sûc in û dixwaze ev dosya bi biryara devjêberdana şopanê bi encam bibe.