ENQERE - Serokwezîr Bînalî Yildirim, Serokê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu û Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî li Qesra Çankayayê civîyan û piştre daxuyaniya hevpar dan.
Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokwezîr Bînalî Yildirim, Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu û Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî bi mijara teqîna li Beşîktaşê lği Qesra Çankayayê hatin cem hev. Hevdîtina 3 serokên partiyan bi dawî bû û daxuyaniya hevpar dan.
Serokê AKP'ê û Serokwezîr Binali Yildirim, diyar kir ku dibe fikrên wan yek bin, lê CHP MHP û AKP dê bibin yek û bi hevre têbikoşin.
Serokê CHP'ê Kiliçdaroglu jî wiha got: "Di mijara terorê de divê hemû partiyên siyasî helwestek hevpar nîşan bide. Di milê têkoşîna de divê em bibin yek. Serokê MHP'ê Bahçelî jî anî ziman ku biryara yekîtiyê derketiye û spasiyên xwe ji Serokwezîr Bînalî re pêşkêş kir.