ENQERE - Parlamenterên HDP'ê Besîme Konca û Çaglar Demîrel ên hatin girtin hat zanîn ku birine Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê.
Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Besîme Konca û Serokwekîla Koma HDP'ê Çaglar Demîrel ên ku du li Enqereyê hatin binçavkirin û hatin girtin hat zanîn ku birine Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê ya Kocaeliyê. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên partiyê hatine girtin, di saetê serê dibê de Konca û Demîrel birine Girtîgeha Kandirayê û dê parêzer ji bo hevdîtinan biçin girtîgehê.
Di Girtîgeha Kandirayê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Serowekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Baluken, Parlamenterên HDP'ê Ferhat Encu û Guler Yildirim ên di 4'ê Mijdarê de hatine binçavkirin tên girtin.