AMED - Parlementera HDP’ê Feleknas Ûca li ser girtina parlementeran û hevşaredaran, girtina Serokomar Erdogan a berê bi bîr xist û wiha pirsî: “Erdogan çend mehan ji bo fikr û ramanên xwe girtî ma? Ûca bi rêveberiya awarte ya Fransayê parastina rêveberiya awarte ya Tirkiyeyê rexne kir û got: "Li Fransayê siyasetmedar nayên girtin."
Parlementera HDP’ê ya Amedê Feleknas Ûca, operasyonên li dijî siyasetmedarên kurd, girtina parlementerên HDP’ê, pêvajoya OHAL’ê û polîtîkayên hikûmeta AKP’ê û Serokomar Erdogan yên li ser gelê kurd tên meşandin nirxand. Ûca diyar kir ku, bi konsepta 24’ê Tirmehê girtina siyasetmedarên kurd didome û got, hikumet dixwaze bi operasyonên qirkirina siyasî destskeftiyên kurdan bin pê bike.
‘GELO DEWLET JI GELÊ KURD ÇI DIXWAZE?’
Ûca anî ziman ku, operasyonên qirkirina siyasî bi taybetî li ser jinan tê meşandin û wiha axivî: “Girtina hevseroka giştî ya HDP’ê, Serokwekîla Koma HDP’ê û berdavka meclîsa jinan a HDP’ê êrîşên li dijî jinê ne. Her wiha li tevahiya Kurdistanê û Tirkiyeyê heman êrîş pêk tên. Li welat hilbijrên kurd hemû girtin. Li herêma Colemergê yek hilbijêr ji derve nema. Tehemûla hikûmetê ji tu kesên muxalif re nema ye. Gelo dewlet ji gelê kurd çi dixwaze?”
‘DIXWAZIN SIYASETA NÎJADPEREST BI PÊŞ VE BIXIN’
Ûca anî ziman ku, binçavkirina Seroka Koma HDP’ê Çaglar Demîrel û Berdevka Meclîsa Jinê Besîme Konca dîsa Tirkiyeyê vegerandiye sala 1994’an û wiha berdewam kir: “Tu cudahiya Tirkiyeyê ji sala 94’an nema ye. Ev bêhurmetiya li hemberî gelên Tirkiyeyê ye. Ev ji bo Tirkiyeyê rûreşiya herî mezin e. Îro parlemento nikare xebatên xwe bide meşandin. Dixwazin siyaseta nijadperestî bi pêş ve bixin. Ev polîtîka pirsgirêkên welat zêde dike.”
‘DEWLET DÊ DERBIKEVE PÊŞBERÎ DADGEHA ŞERÎ’
Ûca, balê kişand ser daxuyaniyên rayedarên hikûmetê û wiha domand: “Serokwezîr û wezîrên hikûmetê wekî wezîrên şer daxuyaniyan didin. Di her axaftinê de peyamên şer didin. Biryarên ku welat ber bi kaosê ve bibin didin. Ev hikûmet berpirsyarê talankirin û komkujiyên li Kurdistanê ye. Îro Wezîrê Karên Hundurîn gefan li gelê kurd dixwe. Di serî de divê ew hesab bide. Kesên bi tang û topan bajarên Kurdistanê xirab kirin, bila hesab bidin. Biryara şer a dewletê ye. Dewlet dê derbikeve pêşberî dadgeha şerî û hesab bide. Ji ber vê yekê, dixwaze vîna gelê kurd bin pê bike. Yê ku duh digot ‘Torosên spî dê werin’ dê hesab bide.”
‘BEDÊL ÇI BE EM AMADE NE’
Ûca diyar kir ku, dewlet nikare bi van polîtîkayên tunekirinê gelê kurd xelas bike û axaftina xwe wiha domand: “Gelê kurd Mehmet Agar jî Tansû Çîller jî dît. Gelek kes hatin. Hemû çûn, lê vîna gelê kurd li vir ma. Beriya 7’ê hezîranê bi êrîşên bombeyî dixwastin me xilas bikin. Ajokarên HDP’ê şewitandin. Îro jî êrîşên li dijî HDP’ê bi girtina parlementeran û êrîşên li dijî avahiyên HDP’ê dixwazin me tune bikin. Em li vir in, narevin. Ji bo biratiya gelan û azadiya gelan bedêl çi be em amade ne.”
‘HER AVAHIYÊN KURDISTANÊ ŞAREDARÎ NE’
Ûca da zanîn ku, di dema destpêka tekoşîna gelê kurd de parlementer û hevşaredar tune bûn û bi van gotinan hikûmetê hişyar kir: “Têkoşîn û xebatên gelê kurd ne bi parlementeran, ne bi hevşaredaran û ne jî bi kursiyan tê meşandin. Îro her malek Kurdistanê avahiyeke şaredariyê ye. Her malek Tirkiyeyê parlemento ye. Her kesayetek şaredar e û parlementer e. Ev şoreş bi van êrîşan bi dawî nabe. Têkoşîna me, dê her tim zêde bibe.”
‘REWŞA FRANSA Û TIRKIYEYÊ BIDIN BER HEV’
Ûca, îlankirina rêveberiya awarte û kiryarên rêveberiya awarte jî rexne kir û wiha domand: “Rêveberiya awarte ji bo hewldana derbeyê hat îlankirin. Lê bi rêveberiya awarte re, di destpêkê de dest bi binpêkirina destkeftiyên kurdan kirin. Biryara rêveberiya awarte ji bo kurdan hat dayîn. Lê hikûmet bi rêveberiya awarte ya Fransayê xwe jî gelên Tirkiyeyê jî dixapîne. Rast e, li Fransayê rêveberiya awarte heye, lê binêrin li Fransayê çend televîzyon hatine girtin? Li Fransayê çend hezar siyasetmedar hatin girtin? Kiryarên rêveberiya awarte ya Fransa û ya Tirkiyeyê bidin ber hev. Li Fransayê biryar ji aliyê parlementoyê ve tê girtin.”
Ûca got, hikûmeta AKP’ê bi propagandayên demokrasî, aştî û rakirina rêveberiya awarte hatiye ser hikumetê û ev pir ji Serokomar Erdogan kir: “Erdogan çend mehan ji bo fikr û ramanên xwe di girtîgehê de ma?”